Hewldana 'Kurdistanê Biparêze' li dijî êrîşên kîmyewî banga çalakiyan kir

Hewldana 'Kurdistanê Biparêze' ji bo rawestandina êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî bang kir ku ji 30'ê Mijdarê heta 3'ê Kanûnê di astan navneteweyî de çalakî bêne lidarxistin.

Hewldana 'Kurdistanê Biparêze' daxuyaniyek weşand û ji bo balê bikişînin ser êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li hemberî gerîla û şikandina bêdengiya navneteweyî, ji bo rawestandina êrîşan banga çalakiyan di asta navneteweyî de kir.

Di daxuyaniya 'Hewldana Kurdistanê Biparêze' de hate gotin, "Tirkiyeyê bi qasî sûcên di sala 2022'an de kiribû, beriya niha nekiribû. Bala raya giştî ya navneteweyî ya li ser şerê li Ûkraynayê nabe ku ji aliyê dewleta Tirk ve ji bo nixumandina sûcên xwe yên şer ên bi çekên kîmyewî û balafirên bêmirov ên li Kurdistanê bên bikaranîn."

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, "Tevî îdiayên cidî yên derbarê bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyeyê ve, civaka navneteweyî û saziyên wê yên berpirsyar ên weke OPCW heta niha ji Tirkiyeyê hesab negirtin û ew îhmal dikin ku bi cidî li ser mijarê lêkolîn bikin. Hem ji ber êrîşên Tirkiyeyê yên di sala 2018/19’an de li ser Bakur-Sûriye/Rojava ku bi awayekî eşkere hiqûqa navneteweyî binpê dike, hem jî ji ber hewldanên dagirkeriyê yên li Başûrê Kurdistanê/Bakur-Iraqê, protestoyan navneteweyî yên berdewam tên lidarxistin.

Nerazîbûnên rayedarên hikûmetê yan jî nûnerên rêxistinên navneteweyî yên heta niha herî zêde di navbera xemsariyê û astengiyên aktîf de xuya dikin. OPCW raporên ji rojnamevan û lêkolîneran qebûl nake. Her wiha hemû daxwazên ji laboratuarên welatên cuda yên ji bo analîzkirina nimûneyên ku ji çeperên gerîlayan ên li Başûrê Kurdistanê bi çekên kimyewî birin Ewropayê, hatin redkirin. Ev hemû ji Tirkiyeyê re dibe cesaret ku polîtîkaya xwe ya sûc dewam bike. Di heman demê de gelek hikûmetên cîhanê êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî gelê Kurd û tevgera azadiyê weke çalakiya xweparastinê û têkoşîna li dijî terorê rewa nîşan dan.

Wisa xuya dike ku Tevgera Azadiya Kurdistanê bi paradîgmaya xwe ya radîkal a demokrasî, ekolojî û azadiya jinê ku ji aliyê Rêberê xwe yê girtî Ocalan ve hatiye pêşxistin, li pêşiya berjewendiyên hêzên hegemonîk ên herêmî û navneteweyî asteng e. Gotina 'Jin Jiyan Azadî' ku ji Rojhilat (Rojhilatê Kurdistanê) heta serhildanên Îranê belav bû û niha li hemû cîhanê tê qîrîn, bû slogana têkoşîna azadiya jinê. Ji bo bêdengkirina banga azadiyê ya jinan û gelan ew amade ne ku van sûcên şer ên dijmirovî pêk bînin.

Em sûcên we dibînin! Bi navê civakê û hêzên demokratîk di çarçoveya daxwazên jin û gelên herêmê de em ê tevlî tevgera piştevaniya navneteweyî bibin û li hemberî sûcên we yên şer û hevkariya sûc a hikumetên we bêdeng nemînin. Em nikarin bêdeng bimînin.

Sûcên şer ên Tirkiyeyê ku dewam dikin, bi awayekî eşkere nîşan dide ku Tirkiye ji bêdengiya civaka navneteweyî cesaret girtiye û difikire ku destûr hatin dayin, hingê li ku derê bixwaze sûcên şer bike. Encama nebaş a vê bêdengiyê tê wateya hevkarê sûcên şer ên Tirkiyeyê.

Civaka navneteweyî li şûna ku teslîmî nêzîkatiyeyê bibe ku endametiya NATO'yê ji xwe re dike amûr, divê civaka navneteweyî îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî ciddî bigire û bi pisporên ku li ser mijarê binere û zextê li Tirkiyeyê bike, ku dev ji sûcên şer li Başûrê Kurdistanê/Bakur-Iraqê û li her deverê berde.

Ji 30’ê Mijdarê heta 3’ê Kanûnê di roja bîranîna hemû qurbaniyên şerê kîmyewî yên Neteweyên Yekbûyî de, em bang li we dikin ku bi afirînerî û hevgirtinê tevbigerin û çalakiyan bikin (wek nimûne şanoya kolanan, flaş mob, çalakiyên stadyûmê, pêşandana vîdyoyê hwd.) û di 3’ê Kanûnê de li herêmên xwe tevlî çalakiyan bibin.

Em sûcên we dibînin! Werin em bêdengiya sûcdar û şirîkatiyê bişkînin, ya ku destûrê dide dewletan ku berjewendiyên xwe bidin pêşiya mafên mirovan.

Ji hevkariya hikumetan a di asta sûcdarkirinê de, divê bersiva me yekîtî û hevgirtina gelan be!"