Hevserokên DBP'ê: 14'ê Tîrmehê jinûve vejîna gelê Kurd e

Hevserokên DBP'ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir gotin, "Rojiya mirinê ya mezin ji nû ve vejîna gelekî li ber komkujiyê ye. Berxwedaneke mezin afirand."

Hevserokên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir bi wesîleya salvegera Berxwedana 14'ê Tîrmehê ji ANF'ê re axivîn.

Salîha Aydenîz got, "Hin dem û dîrok di hişê gelan de dineqişin. Ew mifteya hebûnê ye. Ji bo gelan destpêka hêvî û ronahiyê ye. Bilêvkirina kêfxweşiyê ye. Ji bo şoreşgerên Kurdistan û Tirkiyeyê 14'ê Tîrmehê jî dem û dîrokeke bi vî rengî ye."

Keskîn Bayindir jî bal kişand ser înkara wê demê ku generalên cûntayê digotin, "Kurd nînin, ew Tirkên çiyayî ne ku dema li ser berfê dimeşiyan ji dengê kart kûrt ê lingê wan ji xwe re gotine Kurd in. Wê nasnameya rastî bi van kesan bidin fêhmkirin." Bayindir diyar kir ku bi êşkenceya faşîzmê hewl dan gel û ciwanên Kurd tune bikin û got, "Di demeke wiha ya zilm û zordariyê de, di demekê de ku pelek jî newêrîbû bihejiya, li zindanan qîrîna berxwedêrên Kurd deng vedida."

Salîha Aydenîz destnîşan kir, ku Rojiya mirinê ya mezin ji nû ve vejîna gelekî li ber komkujiyê ye. Berxwedaneke mezin afirand û got, "Gelekî ku wê demê dihate îdîakirin ku hatiye tinekirin, bi berxwedana şoreşgerên Kuridstanî û Tirkiyeyî ji nû ve derketin ser dika dîrokê. Dema ku mirova bala xwe didin ser bandora wê berxwedanê li vê serdemê, ev rastî tê fêhmkirin. Şoreşa jinan a li Rojava ya niha bandora berxwedana wê demê ye.

Gelê Kurd ku piştî her raperînê ji bo wan digotin 'me ew tine kirine'. bi berxwedana rojiya mirinê ya mezin a 14'ê Tîrmehê re nîşan da ku tine nabe. 14'ê Tîrmehê ji bo Kurdan rojeke ji rêzê nîne. Şoreşgerên wê demê bi pratîka xwe mîrateyek ji vê serdemê re hiştin. Gelê Kurd jî xwedî li vê mîrateyê derket û cihê xwe li nava gelên cîhanê girt."

Aydenîz ragihand ku desthilatdariya heyî dixwaze ji faşîzma 12'ê Îlonê jî wêdetir kiryaran bike û got, "Dixwaze nifşekî ku nafikire, napirse, tenê şikir dike û serî ditewîne biafirîne. Ji bo vê jî rê û rêbazên ku berê gelekî hatibûn ceribandin ji nû ve diceribînin. Bêguman pişta xwe dispêrin teknolojiyê û hewl didin bi van rêbazan bimeşe."

Keskîn Bayindir jî bi bîr xist ku daxuyaniya çapemeniyê jî tê qedexekirin, ji medya civakî jî ditirsin û got, "Di demeke wiha de dixwazin bêhêvîtiyê belav bikin. Di rewşeke wiha de gelên Kurd û Tirkiyeyê dema li hev kom bûn wê faşîzmê têk bibin. Faşîzm ji deng, ji wêrekiyê ditirse. Em; jin, ciwan, gel bi berxwedanê dikarin pêşî li êrişan hemûyan bigirin. Êrişên li ser hebûna me zêde dibin. Ne tenê li hundir, li derve jî êriş zêde dibin.

Li hemberî van hemûyan divê mirov bêhêvî nebin. Ji ber ku 14'ê Tîrmeha 1982'an ronîkirina kêliya herî tarî bû. Bihêza ji berxwedêrên xwe wergirtî, bi heman hêz û biryardariyê çawa ku darbeya faşîst a 12'ê Îlonê hate têkbirin, îro jî em dikarin rejîma yek şexsî têk bibin."