Hevserokê MXDŞ’ê: Em spasiya QSD’ê dikin

“QSD’ê bi hezaran jin û zarok dîlên me yên di destê DAÎŞ’ê de rizgar kirin û hê jî rizgar dikin. Ji bo wê jî em çi jî bikin her deyndarê şervanên QSD’ê ne û her tim spasdarên wan in.”

Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Hisên Hecî derbarê kuştina Ebûbekir El Bexdadî, êrîşên dewlete Tirk a dagirker, rojeva Iraqê û bandora wan bûyera a li ser Şengalê di bernemêya sibeha Êzîdxanê ya Radîo Dengê Çira Şingalê re axivî.

Hevserok Hecî got: “Li ser destê ser çeteyê DAÎŞ'ê Ebûbekir El Bexdadî bi hezaran kes hatin qetilkirin, mal û milkê xelkê çû, taybet gelê me yê Êzidî, dîsa hemû dinê ji destê Ebûbekir El Bexdadî êş kişandin. Lê ne Emrîka û ne jî hêzên nevnetewî hewldenek ji bo kuştina Ebûbekir El Bexdadî bi lez nekirin, ji ber ku wan bi xwe jî piştevaniya Ebûbekri El Bexdadî dikirin.”

‘BI KUŞTINA BEXDADÎ DAÎŞ’ BI DAWÎ NEBE’

Hecî îşeret bi bandora kuştina ser çeteyê DAÎŞ'ê Ebûbekri El Bexdadî kir û got: “Wê bandora kuştina Bexdadî ya li ser DAÎŞ'ê hebê, ji ber ku qiyada wan têk çû û wî bi xwe ev çete çêkirin û berda serê gelan ji bo komkujiyan bike. Lê em nikarin bêjin ku ev tê wê weteya ku DAIŞ ji holê radibe, yan jî xelas dibin. Ji ber ku ev ne tenê keseke. Ev pirsgirêk di fikrêde yê û divê em wisa lê binêrîn.”

‘TIRKIYE DIXWEST BEXDADÎ XILAS BIKE’

Hevserok Hecî di berdewamiya axaftina xwe de jî got: “Ebûbekir El Bexdadî ne dûrî sînorê Tirka sekinî bû û hemû pêwîstiyên xwe jî, ji Tirka pêk danî, çima? Dewleta Tirk eger raste dixwaze şerê terorê bike, çima şerê Ebûbekir El Bexdadî nedikir. Di esasê de Tirkiye dixwestin derbasî Tirkiye bikin ji bo ku xelas bikin û li ba xwe biparêzin.”

‘EMERÎKA HERÎ ZÊDE JI QSD’Ê BAWER DIKE’

Der barê operesyona QSD ê û Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAÎŞ'ê jî got: “Ya herî gîring ew e ku ji hemû hêzên ku niha li qadê hene, Emrîka tenê plan kuştina Ebûbekir El Bexdadî Fermandarên Giştî yê QSD ê Mezlûm Kobanê agahdar kir û bi hev re dan destpêkirin û di encamê de serçeteyê DAÎŞ’ê Bexdadî hate kuştin. Ev nîşan dide ku gelek beweriya xwe bi QSD ê aniye ji her hêzê zêdetir. Ji ber ku ev 4 sal e Emrîka û QSD’ê bi hev re kar dikin û dizanin ku QSD’ê cihê baweriyê ye û wê di vê operasyonê de tenê Mezlûm Kobanê agahdar kirin."

‘EM SPASIYA QSD’Ê DIKIN, EM DEYNDARÊ ŞERVANÊN QSD’Ê NE’

Hecî bi domdarî got: “Em gelê Êzidî gelek spasiya QSD’ê dikin. Ji 6-8’ê Tebaxa 2014’an ve heta niha yên ku em ji destê wan çeteyên hov xelas kirine û di rojên teng de bi hawara me ve hatina ev hêzên ku li jêr fikrekî azad rabûne. Em nizanin çawa spasiya QSD’ê bikin, ji ber ku bi hezaran keçên me yên ku dîl hatin girtin li ser destê şervanên QSD ê xelas dibin, niha jî di vê rewşa wan ya herî zehmet de jî dîlên me xelas dikin û radestî me dikin. Ji bo wê jî em çi jî bikin her deyndarê şervanên QSD’ê ne û her tim spasdarên wan in.”

‘ÊRÎŞA 9 COTMEHÊ BERDEWAMA KOMPLOYA LI SER OCALAN E’

Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXŞD) Hisên Hecî li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev nirxandin kir: Êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Rojaveyê Kurdistanê û Bakûrê Sûriyê ya ku li 9’ê Cotmehê destpê kirye giryêdayî planê li ser Birêz Abdullah Ocalan bû. Ji ber di 9’ê Cotmehê de komploya li ser Ocalan destpê kiriye û êrîşî gelê me yê Rojavayê Kurdistanê kirin. Hedefa Erdogan ew e ku miletê Kurd bi giştî qetil bike. Tirsa wî jî ji ber ku di Rojaveyê Kurdistnê sîstemekî xweseriyê hatiye avakirin û hemû netew, bawerî û olên cude dikarin di nava vê sîstemê Xwesriya Demokratî de bi hev re azad bijîn.

‘LI DIJÎ ÊRÎŞÊN DAGIRKER QSD Û GELÊ ME BI SER KET’

Gava ev sîstem hebe wê gel desthilatderiya Erdogan qebûl neke. Ji ber wê dewleta Tirk a dagîrker bi hemû hêza xwe êrîş anî ser gelê me û di ancama êrîşên wan de bi sedan şehdî, birîndar û bi sed hezaran ji gelê me koçber bûn, dev ji mal û milkê xwe berdan. Lê em dikarin bêjin ku di vê êrîşa dewleta Tirk a dagirker de yê ku bi ser ket QSD û gelê me bû. Ji ber ku li hember dewleta Tirk bi hêmû hêza xwe bi îradeyêkî xurt li ber xweden û serî netewandin ji dijmin re. Em vê berxwedaniya şervanê QSD’ ê û gelê xwe yê Rojaveyê Kurdistanê pîroz dibînin.”

Hecî anî ziman ku eger Tirkiye li Rojava bi ser bikeve wê xeteriyên mezin li ser Başûrê Kurdistanê û dîsa bandora wê ya li ser Iraqê jî pêk bên û Şenal jî beşek ji vê ye û wiha pêde çû: “Eger li Rojevayê Kurdistanê êrîşên dewleta Tirk bi ser kevin bê guman wê li ser Başûrê Kurdistanê û Iraqê û tayebet jî li ser Şengalê bandora xwe bika. Ji ber ku hêza yekem ku li hember çeteyên DAÎŞ'ê şer kirin şervanên QSD’ê ne û li ser destê wan çeteyên DAÎŞ'ê têk çûn. Eger Tirk bi van êrîşên xwe karibe sîstema Xwesriya Demokratîk têk bibe, wê gelek xeteriyê bi xwe re ji bo gelê me bînê.

“DIVÊ EM GELÊ ÊZIDÎ JÎ HIŞYAR BIN JI BO DAXWAZÊN XWE’

Herî dawî Hisên Hecî li ser rewşa Iraqê û dexwazên xwepêşanderan kir û got: “Gelê Iraqê ji serê meha Cotmehê ve dest bi xwepêşandan kirin û çand daxwezê wan hebûn wekî xizmetgozarî, çareserkirina rêveberiya îdarî. Têkildarî vê jî hikûmeta Iraqê jî çend xal diyarkirin ku ji bo gel, dîsa jî gel baweriya xwe bi gotinên wan nehat ji ber wê cardin dest bi xwepêşandan kirin û di ancema van xwepêşandanan de bi sedan mirin û birîndar çêbûn. Gelê Iraqê nikare nû baweriya xwe bi berpirsên Iraqê bîne, ji ber wê rojeva Iraqê bi zehmet ketiye. Heta ku ev pirsgirêk çareser bibin wê pir zehmetiyan bi xwe re bîne. Ji bo vê divê hemû alî û hêzên Kurdî û bi tayebetî jî gelê me yê Êzidî hişyar bin ji bo vê rewşa heyî û em jî karibin mafê xwe bixwezin. Em jî li ser axa Iraqê dijîn, ji bo me yekîtî ji pêwist e ji her tiştî zêdetir heta ku em karibin bibin bersîv ji bo her planê ku li ser me tê kirin..”