Hevserokê HDP’ê yê Sêrtê Abdullah Çetîn hate binçavkirin
Hevserokê HDP’ê yê bajarê Sêrtê Abdullah Çetîn di serdegirtina mala xwe ya li navenda bajêr de hate binçavkirin.
Hevserokê HDP’ê yê bajarê Sêrtê Abdullah Çetîn di serdegirtina mala xwe ya li navenda bajêr de hate binçavkirin.
Polîsan li ber êvarê di ser mala hevserokê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) yê bajarê Sêrtê Abdullah Çetîn de girtin. Polîsan di malê de lêgerîn pêkanîn û Çetîn binçavkirin. Sedema binçavkirina Çetîn nehate zanîn û Çetîn birin Midûriyeta Ewlekariyê ya bajêr.
Bavê Çetîn Tefîk Çetîn û birayê wî Necat Çetîn di meha borî de hatibûn girtin.