Hevserokê HDP’ê Kaya hate girtin

Hevserokê HDP’ê yê Colemêrgê Sînan Kaya yê ku bi hinceta tevlî meşa piştgiriya bi Parlementera HDP’ê ya Colemêgê Leyla Guven re bûye hatibû destgîrkirin, hate girtin.

Di 13'ê Sibatê de HDP'a Colemêrgê xwest ji bo piştgiriyê bide çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven meşekê li dar bixe. Lê belê polîsan di dema meşê de, Hevserokê HDP'a Bajêr Sînan Kaya, Namzetê hevşaredariya Çelê Ebûbekî Kanar, Emîne Armût, Kenan Kaya, Suleyman Kanat, Cûma Ertûnç, Mehmet Tahîr Taş û Hasan Engîn destgîr kirin. Îro piştî karên li emniyetê sewqî edliyeyê hatin kirin.

Li dozgeriyê 8 kes hatin berdan, lê belê Hevserokê HDP'a Colemêrgê Sînan Kaya bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin. Dadgehê bi îdîaya "propagandaya rêxistinê" biryara girtina Kaya da û ew şandin Girtîgeha Colemêrgê.