Hevserokê DBP'ê yê Elihê Tapkan hate girtin

Hevserokê Bajêr ê DBP'ê yê Êlihê Şukru Tapkan ku li Êlihê bi operasyonên qirkirina siyasî hatibû destgîrkirin, her wiha Abdulbarî Kargaç û Şîrîn Çelîk hatin girtin.

Hevserokê Bajêr  ê DBP'ê yê Êlihê Şukru Tapkan ku li Êlihê bi operasyonên qirkirina siyasî hatibû destgîrkirin, her wiha Abdulbarî Kargaç û Şîrîn Çelîk, Mahmût Surucu, Sureyye Demîrkiliç û Rojda Surucu ku hatibûn destgîrkirin piştî îfadeya wan birin dozgeriyê.

Dozgeriyê Rojda Surucu berda, 5 kes jî ji bo ku werin girtin şande dadgehê. Tapkan, Kargaç û Çelîk bi îdîayên ''endamên rêxistinê ne'' û ''li ser navê rêxistinê xebitîne'' hatin girtin. Surucu, Demîrkiliç jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

3 kesên ku hatin girtin birin Girtîgeha Tîpa M ya Êlihê.