Hevseroka MEYA-DER'ê Dîcle û helbestvan Akdogan hatin binçavkirin

Helbestvan Mehmet Akdogan û Hevseroka MEYA-DER'ê Ayşe Dîcle li Amedê hatin binçavkirin.

Polîsên Tirk danê sibehê avêtin ser mala helbestvan Mehmet Akdogan a li taxa Bagcilar a Amedê. Piştî lêgerîna li malê, Akdogan hat binçavkrin.

Akdogan birin Şaxê TEM a Midûriyeta Emniyetê ya Amedê.

Hevseroka Komeleya Çand, Piştgirî û Alîkariya bi Malbatên di binê çavan de hatine windakirin a Mezopotamyayê (MEYA-DER) ku bi biryarnameyê hatibû girtin Ayşe Dîcle li Amedê hat binçavkirin. Dîcle dema li Nexweşxaneya Jidayikbûnê ya Amedê serdana xizmeteke xwe dikir, li pêşiya nexweşxaneyê ji aliyê polîsên sivîl ve hat binçavkirin.

Dîcle birin Şaxê TEM a Midûriyeta Emniyetê ya Amedê.