Hevseroka DBP'ê ya Agiriyê Bariş hat girtin

Hevseroka DBP'ê ya Agiriyê Naîle Bariş, piştî ku cezayê 4 sal û 2 meh lê hatibû birîn hate erêkirin, hat girtin.

Li dijî ragihandina herêma Tendurekê weke "Herêma Ewlekariya Leşkerî ya Demkî" û zexta koçberiyê ya li ser gundiyan dihate ferzkirin, roja 6'ê Tebaxa 2015'an daxuyaniyek ji çapemeniyê re hatibû dayin. Hevseroka DBP'ê ya Agiriyê Naîle Bariş jî ji ber ku tevlî vê daxuyaniyê bû doz lê hatibû vekirin û cezayê lê hate birîn hate erêkirin.

Bi îdîaya "bi zanebûn alîkarî daye rêxistinê" 4 sal û 2 meh ceza lê hate birîn. Bariş duh ji malê hate girtin û ew birin Girtîgeha Patnosê.