Hevseroka berê ya HDP'ê ya Midyatê Fîlîz Işik nehate berdan

Hevseroka berê ya navçeya Midyatê ya Mêrdînê Fîlîz Işik ku di encama îfadeyên 'şahidê veşartî' de li navçeyê hate girtin, nehate berdan.

Hevseroka berê ya rêxistina HDP'ê ya navçeya Midyatê Fîlîz Işik, di 24'ê Îlona 2020'î de bi hinceta îfadeyên 'şahidê veşartî' bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' hatibû girtin.

Rûniştina destpêkê ya dozê li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê pêk hat û Işik û parêzera wê tevlî bûn.

Sûç û îfadeyên ku şahidên veşartî yên ji bo Işık gotin hatin xwendin lê Işık van tawanbarane red kir û xwest ku edaleta rast bi cih bê. Her wiha diyar kir ku ji ber bê suc e divê bê berdan.

Parêzer Cîhan Guçlûk diyar kir ku daxuyaniyên li ser miwekîla wê hatine dayîn ne rastin û xwest muwekîla wê bê berdan.

Di danişînê de, biryar hat dayîn ku dadgeh ji nû ve îfadeyên "şahidên bênav" şahidên diyar bigre û biryar hate dayin ku Işik girtî bimîne.

Danişîna dozê wê di 18'ê Sibat 2021'ê de pêk were.