Hevşaredarên nû yên Peyasê û Yenîşehîrê hatin destnîşankirin

HDP'ê li şûna hevşaredarên Peyasê û Yenîşehîrê yên mazbata ji wan re nehate dayin, hevşaredarên nû destnîşan kir.

Di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de HDP'ê ji bo Hevşaredariya navçeya Yenîşehîr a Amedê Îbrahîm Çîçek û ji bo Hevşaredariya navçeya Peyasê jî Necatî Pîrînççîoglû namzet nîşan dabû û her du jî hatibûn hilbijartin. Lê belê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) bi hinceta ku her du hevşaredar beriya niha bi biryarnameya di hukmê qanûnê de ji kar hatine dûrxistin mazbata neda wan.

Desteya Navendî ya Rêveberiyên Xwecihî ya HDP'ê ji bo destnîşankirina hevşaredarên nû bi Rêxistina HDP'ê ya Amedê re kete nava hewldanan. Bi koma meclîsê ya her du şaredariyan re civînek bi vê armancê pêk anî.

Di encama civînê de Mehmet Devîren ji bo Hevşaredariya Yenîşehîrê û Davût Keser jî ji bo Hevşaredariya Peyasê hatin destnîşankirin ku her du jî di meclîsên şaredariyan de bûn.