Hevşaredarên Milazgir hatin girtin
Hevşaredarên berê yên Milazgirê Halîs Coşkûn û Memnûne Soylemez bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin. Ji bo Coşkûn 12 sal ji bo Soylemez jî 8 sal û 6 meh ceza hatin lê birîn.
Hevşaredarên berê yên Milazgirê Halîs Coşkûn û Memnûne Soylemez bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin. Ji bo Coşkûn 12 sal ji bo Soylemez jî 8 sal û 6 meh ceza hatin lê birîn.
Doza ku Hevşaredarên berê yên Milazgir a Mûşê Halîs Coşkûn û Memnûne Soylemez jê dihatin darezandin pêk hat. Hevşaredarên ku ji Mijdara 2016’an ve hatine girtin bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ li 2’emîn Dadgeha Cezayê ya Giran a Mûşê pêk hat. Hevşaredar li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê bi rêya SEGBÎS’ê tevlî dozê bûn.
Parêzerên Coşkûn û Soylemez li dadgehê amade bûn. Parêzeran daxwaza berdana muwekîlên xwe dan.
Dadgehê 12 sal ceza li Coşkûn û 8 sal û 6 meh jî li Soylemez birî.