Hevşaredarên HDP’î hatin girtin

Hevşaredara Stewrê Gulîstan Oncu, Hevşaredara Şermex Nalan Ozaydin û Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez hatin girtin.

Li gel Hevşaredara Stewrê Gulîstan Oncu, Hevşaredara Şermex Nalan Ozaydin û Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 4 xebatkarên şaredariyê 15’ê Mijdarê hatibûn destgîrkirin. Karûbarên îfadayên her sê hevşaredar û xebatkaran li emniyete piştî 12 rojan bi şûnde bi dawî bû.

Hevşaredar û xebatkarên şaredariyê di saetên sibê de birin edliyeyê. Hevşaredarên ku li dozgeriyê lêpirsîna wan hate kirin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.

Her sê hevşaredar bi heman daxwazê hatin gitin.