Hevşaredarên Bazidê hatin girtin
Operasyona qirkirina siyasî didome. Di nav çarçoweya operasyona qirkirina siyasî de Hevşaredarên Bazidê jî di nav de 7 kes hatin girtin.
Operasyona qirkirina siyasî didome. Di nav çarçoweya operasyona qirkirina siyasî de Hevşaredarên Bazidê jî di nav de 7 kes hatin girtin.
Hevşaredarên Bazîdê Murat Rohat Ozbay û Delal Tekdemir jî di navde 7 kesên ku hatibûn binçavkirin hatin girtin.
Hevşaredarên Bazîdê Murat Rohat Ozbay û Delal Tekdemir jî di nav de 7 kesên ku di 23'ê Çile de hatibûn binçavkirin, piştî karê wan ê li midûriyeta polisan bidawî bû sewqî dadgehê hatin kirin. Dozger piştî li îfadeya 7 kesan guhdar kir, bi îdîaya “Propaganda rêxistinê kirine" û “alîkarî dane rêxistinê" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin. Heyeta dadgehê piştî li îfadeya Hevşaredarê Bazîdê Murat Rohat Ozbay û Delal Tekdemir, Cîgirê Hevşaredar Bulent Erişik, endamê meclîsa Şaredariyê Mustafa Ergul, Z. Abidin Kizilay, Halime Keskin û Bora Çoktin guhdar kir biryar da û bi heman sedemê biryara girtinê da.