Hevşaredarê Qereyaziyê û sê kes hatin destgîrkirin
Hevşaredarê Qereyaziyê yê HDP'î Bûrhanettîn Şahîn, piştî ku wezîfeya wî hate desteserkirin, hate destgîrkirin.
Hevşaredarê Qereyaziyê yê HDP'î Bûrhanettîn Şahîn, piştî ku wezîfeya wî hate desteserkirin, hate destgîrkirin.
Hevşaredarê navçeya Qereyazî ya Erzîromê Bûrhanettîn Şahîn ku wezîfeya wî hate desteserkirin û qeyûm li şûna wî hate danîn di serdegirtina mala xwe de hate destgîrkirin.
Tevî Şahîn her wiha Mahmût Çîmendag, Fesîh Polat û Adîl Bîngol jî hatin destgîrkirin.
HDP'î birin Fermandariya Jendermeyan. Li ser sedema destgîrkirinê agahî nehate dayin.
Bûrhanettîn Şahîn di Tîrmeha 2019'an de di serdegirtina malan de tevî 9 kesan hatibû destgîrkirin.
Di Kanûna 2019'an de tevî Şahîn her wiha 15 endamên Meclîsên Şaredariyên Qereyazî, Tekman û Qereçobanê yên HDP'î ji wezîfeyê hatibûn dûrxistin.
Hevşaredara Qereyaziyê Melîke Goksû di 18'ê Îlonê de hatibû girtin û qeyûm li şûna wê hatibû danîn.