Hevşaredare Qereyaziyê û 10 kes hatin destgîrkirin

Hevşaredarê Gogsiyê ya Erziromê Burhanettîn Şahîn, endamên meclîsa şaredariyê jî di nav de 10 kes hatin girtin.

Li navçeya Gogsiyê ya Erziromê polîsan serê sibê bi ser gelek malan de girt. Polîsan li malan lêgerîn pêk anî û her tişt serûbin kirin. Piştî lêgerîna li malan polîsan Hevşaredarê Gogsiyê Burhanettîn Şahîn, encûmenên şaredariyê Yuksel Kişin, Erdal Bayram, Mahmut Çîmendag, encümene Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê Mehmet Latîf Karakuş, rêveberên Nurî Kandemîr û Namet Yilmaz, encûmenên berê yên berê Erdem Kaya û Cemîl Oran û her wiha welatiyê bi navê Erol Mahçup binçav kirin.