Hevşaredarê berê yê Sûrê jî dikeve greva birçîbûnê

Hevşaredarê berê yê Sûrê Seyît Narîn ê rehîn tê girtin, li dijî tecrîda Îmraliyê dest bi greva biçîbûnê dike.

Greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji 27’ê Mijdarê ve hatibû destpêkirin di roja xwe ya 63’an de didome.

Hevşaredarê berê yê Sûrê Seyît Narîn ê 4 sal in li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandare ya Rîzeyê rehîn tê girtin, ragihand ku sibe dest bi greva birçîbûnê dike.

‘TÊKILIYA BI QAWÎŞÊN DIN RE ASTENG DIKE’

Narîn ê îro bi hevjîna xwe Besîle Narîn re bi rêya telefonê axivî ev got: “Wê sibe komek nû greva birçîbûnê dewir bigre. Ez jî di nava komê de me. Em 23 kes in di heman qawîşê de tevlî grevê dibin. Ji derveyî qawîşa xwe bi ti awayî em nikarin têkilî bi qawîşên din re danin; weke hincet jî pandemiyê didin nîşandan.”

Besîle Narîn anî ziman ku 9 meh in bi hevjînê xwe re hevdîtina rû bi rû nekirine, rayedar bi vî awayî girtî û xizmên wan ceza dike.