Hevşaredarê Amedê Mizrakli banga 1’ê Îlonê kir

Hevşaredarê Şaredariya Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli ji bo 1’ê Îlonê, Roja Aştiya Cîhanê bang kir.

Piştî darbeya 19’ê Tebaxê ya li ser şaredariyên Kurdistanê, yên Amed, Wan û Mêrdînê Kurd  li dijî vê her roj li ber xwe didin.

Gelê Amed, Wan û Mêrdînê, wekîl û şaredar li dijî tinehesibandina vînê berwedana xwe didomin, ji aliyê dî ve jî ji bo 1’ê Îlonê, Roja Aştiya Cîhanê xwe kar dikin. Hevşaredarê Şaredariya Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli ji ANF’ê re axivî bê ka ew di rewşeke çawa de pêşwaziyê li 1’ê Îlonê dikin.

Mizrakli got ew hêvî dikin ku 1’ê Îlonê bibe mîna 14’ê meha teqwîma hîvê û got van rojan ku darbeya siyasî heye, 1’ê Îlonê li gel hemû nehiqûqî, neheqî û darbeya siyasî jî, wê bibe roja pevgihîna gel a bi biryardar û dilê wê tije bi daxwazên aştiyê.

Mizrakli got, ‘’1’ê Îlonê ne tenê ji bo ku wê rojê, divê Tirkiyê wê rojê mîna 365 rojan pêşwazî bike.  Em ê wê rojê li mîna rojeke ku fersendê nade xwînê û girî, ne ji bo mirinê lê ji bo jiyanê têdikoşe pêşwazî bikin. Em ê 1’ê Îlonê di nav şertên herî dijwar de û di nan demên wiha de ku tarîtî serwer xuya dike, bibin parçeyek ji ronkahiyê. 1’ê Îlonê di nav rewşeke wiha de pêk tê û ji ber vê jî, watedartir û girîngtir dibe.  Ji ber vê, em bang li hemû şevçixaran dkin ku werin meydana mîtîngê. Bi hêviya ku 1’ê Îlonê em li Meydana Demokrasiyê ya 5’ê Hez^ranê (Stesyon) kom bibin.’’