Hevşaredar Korkmaz û endamên meclîsê destgîrkirîne

Hevşaredara Êlihê Songûl Korkmaz û nedamên meclîsê yên xwestin tevlî civîna şaredariyê bibin hatin destgîrkirin.

Li Şaredariya Êlihê civînên meclîsa şaredariyê yên demek bû ji ber şewbê dihatin taloqkirin, ji nû ve tên kirin. Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz û hinek endamên meclîsê jî di nav de ku xwestin tevlî civîna meclîsê bibin rê nehatin bikevin avahiyê.

Hevşaredar Songul Korkmaz endamên meclîsê Şukran Çelebî, Gîzem Ogûrlû, Îlkay Alagoz, Şehrîban Aydin, Ayşe Onal, Recep Yargi, Şîrîn Şen û Hevserokê Bajarê Êlihê Omer Kûlûplû hatin destgîrkirin.