Hevşaredar di hucreyên yek kesî de tê ragirtin

Hevşaredara Colemêrga Cîhan Karaman û hevşaredarê Geverê Îrfan Sari yên 5’ê Mijdarê birin 2’emîn Girtîgeha Ewelkariya Bilind a Xarpêtê , ji roja ku hatin sewqkirin û heta niha di hucreya yek kesî de tên ragirtin.

Hevşaredara Colemêrga Cîhan Karaman û hevşaredarên Geverê Remziye Yaşar û Îrfan Sari yên di serdegirtinên 15’ê Cotmehê ya li navçeya Gever û navenda bajarê Colemêrgê de hatin destgîrkirin û 17’ê Cotmehê li dadgehê bi sûcê ‘Endamên rêxistinê’ û ‘propagandakirina rêxistinê’ hatin girtin, 5’ê Mijdaêr sewqî 2’emîn Girtîgeha Ewelkariya Bilind a Xarpêtê kirin. Xizmim û parêzerên ku serdana hevşaredaran kirin ragihandin ku Karaman û Sari yên ji roja yekem ve hatine sewqkirin di hucreya yek kesî de tên ragirtin.

Li gorî agahiyên parêzera Îrfan Sari dayî ji bo hevşaredar ji vê rewşa heyî bê derxistin ketine nava hewldanên pêwîst, diyar kirin ku ji bo Karaman û Sari ji hucreya yek kesî bên derxistin, wê serî li cihên pêwîst bidin.