Hevrêyê fermandar Egîd: Sari Îbrahîm

Fermandar Sari Îbrahîm ku li Êlihê di nava malbateke xizan û kedkar de ji dayik bû, di temenê ciwantiyê de ji pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurd Egîd (Mahsûm Korkmaz) nas kir û bi vî rengî rêwîtiya wî dest pê kir.

Yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Ramazan Toptaş (Sari Îbrahîm) di 1'ê Tebaxa 2006'an de bi komployekê şehîd bû. Di ser şehadeta wî re 13 sal derbas bûn. Sari Îbrahîm ku navê xwe li rûpelên herî bi rûmet ê dîrokê nivîsand, di nava Kurdan de gerîlayekî efsanewî bû. Di dema koma destpêkê ya PKK'ê de têkoşîn nas kir û di sala 1978'an de tevlî nava refên têkoşînê bû. Bi Mahsûm Korkmaz (Egîd) re li Botanê di nava yekîneya destpêkê ya şer de hebû.

Di temenê ciwantiyê de bala fermandar Sari Îbrahîm diçe ser têkoşîna şoreşgerî. Li Êlihê ku gelek fraksiyon hebû, petrol nû hatibû dîtin, karkerên petrolê û rêxistinbûna sendîkayî rû didan. Tevî hevalên xwe yên zarokatiyê Mahsûm Korkmaz û Gûrbet Aydin bi lehengiya xwe li bajêr deng vedan. Di salên 1970'î de ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mazlûm Dogan nas kir û tevlî nava kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiyê ya Kurd bû. Li dijî kompradorên noker û hêzên feodal tevî Mazlûm Dogan û Fermandar Egîd li dijî zilmê li ber xwe da, zext qebûl nekir. Dewlet a ku li pêşberî pêşketin û xurtbûna PKK'ê matmayî ma bi darbeya leşkerî ya sala 1980'î hewl da PKK'ê tine bike.

YEK JI FERMANDARÊN DESTPÊKÊ BÛ

Wê demê yanî di sala 1980'î de Fermandar Îbrahîm derbasî qada Lubnanê bû ku Ocalan lê bû. Piştî ku demekê bi Ocalan re ma derbasî Başûrê Kurdistanê bû û tevlî yekîneya ku amadekarî ji Pêngava 15'ê Tebaxê re dikir. Wê demê li Botanê gelek kar kir û amadekarî kir.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan qala wî kir: "Di payîza sala 1982'an de hevalê Îbrahîm jî di nava tevgera vegera li welêt de hebû. Tevî meşa azadiyê bû. Bi rengekî çalak tevlî pêvajoya amadekariya Pêngava 15'ê Tebaxê bû û di karê bicihbûna li Botan, Zagros û Behdînanê de rola xwe mezin bû. Tevî ku temenê wî ciwan bû, hîn biçûk bû herî zêde hevalê Îbrahîm karên herî zehmet dikir. Jêhatîbûna wî, afirîneriya wî her tim kir ku mirov li wî bigere û pê re bixebitin."

Kalkan diyar kir ku piştî Pêngava 15'ê Tebaxê ji bo mayindekirina vê pêngavê tevî Fermandar Egîd li Botanê wezîfeyên girîng pêk anî got, ji ber ku di nava şert û mercên herî giran de di nava şer de mohra xwe li gelek serketinên dîrokî xist, di nava hevalên xwe de weke 'Zehmetkêş' dihate naskirin.

Kalkan destnîşan kir ku fermandar Sari Îbrahîm di belavbûna gerîla de ya li herêmên Botan, Amed, Dersim, Başûrrojava, Amanos, Derya Reş, Koçgirî, Derya Spî, GAP û herêma Serhedê de bi roleke mezin tevgeriya û di asta berpirsyarî û fermandariyê de wezîfe pêk anî.

ŞAGIRTÊ DILSOZ Ê OCALAN BÛ

Fermandar Sari Îbrahîm ku di her firsendê de diçû gel Rêberê Gelê Kurd Ocalan û bi rêk û pêk tevlî perwerdeyan dibû, bi rengekî hîn xurt li qadên têkoşînê vegeriya. Dema ku li gel Ocalan bû ji nêz ve ew dişopand, bi dilsoziyeke mezin hewl dida rê û rêbazên wî bixe meriyetê.

Fermandar Sari Îbrahîm bi durustî, kedkarî, hilberînerî û dilsoziya bi gel, rêbertî, partî, têkoşîn û hevrêyên xwe dihate naskirin. Di nava Tevgera Azadiyê ya Kurd de yek ji milîtanên mînak ên dîroka gerîla bû.

Di salvegera 13'an a şehadeta wî de li her herêmên gerîla ji aliyê gerîla û fermandarên gerîla ve tê bîranîn.