‘Hêviyên heval Viyan di dil û mejiyê me de olan dide’

Em bêriya wan dilan dikin ku dikaribûn Apoyîbûnê di jiyana xwe de ava bikin. Bi vê bêrîkirina ku nizane dawîbûn çi ye, em îro di salvegera 15’emîn a şehadeta hevrê Viyan de, dîsa kêliyeke din ya bêrîkirinê di dil û mêjiyê xwe de diafirînin.

Jiyan, xwedî rastiyeke wisa ye her heyîna ku di nava ahenga demê de xwe pêk tîne dibe kêlî. Di jiyana me ya gerîlayan de jî, her kêliyeke ku em dijîn naşibe kêliya beriya xwe. Her kêliya ku xwe ava dike, di kûrahiya hiş û hestên me de dibe bîra zayîna siberojên neyên ji bîrkirin. Zayîna siberojên me jî bê navber her sal, her roj û her kêlî di dîtin û nasîna rêhevalên hemdozê de xwe bi wate dikin. Nasîna her hevala/ê, tê maneya nasîna cîhaneke nû. Em di nasîna her hevalan re de bi hezaran kêliyan diafirînin. Kêliya dîtina hevrê Viyan Soran, ji bo min yek ji wan kêliyan bû wateya jibîrkirinê di hiş û bîra min de ji hev belav kiribû. Di rojeke ji rojên bihara 2005’an de, li warê Nûcan, Gulbihar, Dijle, Roza û bi dehan hevrêyên din li qada Metîna, min rêheval Viyan dîtibû. Dîtinek di kêliya azad de bû. Cara yekemîn bû, min heval Viyan didît. Ew dîtina yekemîn û a dawî bû.

Di sala 2005’an de, yekîneya me li qada Metîna bû. Em weke yekîne di nava qadê de bi tevger bûn. Kêliyên bihara rengîn, bi coşa yekîneyê re bûbû yek. Êdî berfa zivistanê heliyabû, ji xakê re bûbû yar û hevrê. Xaka zêrîn weke her biharên bihûrî xwe ji zayîna bihareke nû re amade dikir. Zayîna vê biharê ne weke biharên din bûn. Ji ber ku wê biharê, dilê hevrê Viyan diyarî hinaseya jiyana min û me kir. Ew bihar, bû bihara pêkanîna kêliya dîtinek nû ya heta bi hetayî werê mayîndekirin.

Bihara çiyayî, ew sal sînga xwe ji rêwîtiya hevrê Viyan re vekiribû. Hevrê Viyan, di rêwîtiya çûyîna Heftenînê de bû. Hatina heval Viyan ya ligel yekîneya me jî, tenê yek ji rawestgeha rêwîtiya heval Viyan bû. Heval Viyan, dema hat gel yekîneya me bi komek heval re bû. Kelecana heval Viyan ya di wê rêwîtiya ber bi Heftenînê de, ne pêkan bû ku neyê dîtin. Ew kelecan, ne ji çavan, ne ji dil û ne jî ji hişan dihate veşartin. Di wê rêwîtiyê de dilê Apoyîbûnê di sînga rêheval Viyan de lêdida. Lewma ew hinaseya ku ji dilê rêheval Viyan xwe dida der, di hiş û bîra min de timî weke hêviya careke din dîtin û pêkanîna kêliya duyemîn bi hevrê Viyan re hate çandin.

Erê, ew roj bû hest û dilê min şahidî ji jineke dilpak, têkoşer, a girêdayî doza xwe û mezinahiya hevaltiyê dijî re dikir. Ew dîtina ku tenê di rojekê de hate rêsandin, êdî di jiyana min de maneya xwe mezin hûnandibû. Em îro jî bêriya wan rojan dikin. Em bêriya wan dilan dikin ku dikaribûn Apoyîbûnê di jiyana xwe de ava bikin. Bi vê bêrîkirina ku nizane dawîbûn çi ye, em îro di salvegera 15’emîn a şehadeta hevrê Viyan de, dîsa kêliyeke din ya bêrîkirinê di dil û mêjiyê xwe de diafirînin. Rêheval Viyan, di nameyên xwe de, kûrbûna bêrîkirina jineke têkoşer çawa, kengî û di oxira kijan armancan de wateya xwe bi dest dixîne di kesayeta xwe de bi girêdana xwe ya jiyanê re hûnandiye. Hevrê Viyan, jiyana 24 saetan ya bi felsefeya Rêber Apo re pejirand û veguherand çalakiya mezin ya fikir û hestan.

Rêheval Viyan, di nameyên xwe de bi pêşdîtinên xwe yên 15 sal berî niha xeteriya li ser Rêber Apo ji kûr de hîs kiribû û aliyê vê komployê ya dîrokî bi dahûrîneke kûr pêş xistibû. Heval Viyan, bi çalakiya xwe ya fikrî, ruhî û hestan derseke dîrokî da hêzên komploger. Ev dersa dîrokî, pergala hêzên komploger ne carekê hezar caran hilweşand. Rastiya ku di roja îro de pergala komplogeran dijî vê hilweşandinê radixe ber çavan. Heqîqeta rêheval Viyan, ji bo me hevrêyên ku di şopa wê de dimeşin sedema têkoşînê ye.Îroj, hêvîyên heval Viyan di dil û mêjiyê me de olan dide. Ez careke din soza girêdan û dilsoziya xwe ya bi xeta hevrê Viyan re nû dikim. Ji bo em hêviya rêheval Viyan, ya tevahî şehîdên me û her wiha gelê me ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwazin bi cih bînin em ê bi ruhê Viyanbûnê bi ser erk û berpirsyarên xwe de biçin. Wê ew dîtina dîrokî ya min bi heval Viyan re di pêk anî û kêliyekê de nemir kir her tim di hiş û bîra min de zindî bê jiyîn.