Hêviyê şanoya bi Kurdî: Hêvî Şanoger

A.Gafûr Dogan ê bi nasnav Hêvî Şanoger ji bo pêşxistina şanoya bi Kurdî, xwedî kedeke mezin e. Hevrê û hevalên wî yên şanoyê qala Hêvî Şanoger kirin.

Hêvî Şanoger di 27’e Tebaxa 2004’an de dîsa ji bo xebateke çand û hunerê ku wê li Kerkûkê pek bihata ketibû rê lê bi qezaya trafîkê tevlî nav karwanê şehîdan bû. Heval Hêvî Şanoger li dû xwe gelek lîstiken şanoyê û bi helwest û sekna xwe perspektîfa hunera rast ji bo kedkaren çand û hunerê hişt. Hêvî Şanoger ku ji bo beşdarî Mîhrîcana Şanoya Kurdî bibe ketibû rê. Bi wî re lîstik û perspektîfen li ser şanoya Kurdî û di çaven wî de jî çirûska jiyana rast hebû. Di 16’emîn salvegera şehadeta Hêvî Şanoger de hevalen wî yen gerîla ku di nav xebaten çand û hunerê de cih digirin, li ser jiyan û hunera Ş.Hêvî Şanoger axivîn.

ENGÎZEK: LI CIHÊ KU HÊVÎ DIQEDIYA HEVAL HÊVÎ ŞÎN DIBÛ

Hevalen Şehîd Hêvî Şanoger li qaden gerîla ku li ser şano û sînema dixebitîn li ser kesayeta şehîd Hêvî Şanoger axivîn. Yek ji hevalê wî M.Emîn Engîzek (sînemager û lîstikvan) jî destnîşan kir ku şehîd Hêvî pir mirovekî pêşdîtîbû û şehîd Hêvî wiha penase kir, “Hêvî… Wek navê xwe bû. Di şêwaza jiyanê ya heval Hêvî de, hêviyeke pir mezin hebû. Her tim li tiştê nû digeriya, pir zîrek bû û pir kar dikir, lêhûrbûneke pir kûr ligel şehîd Hêvî hebû. Serê xwe diêşand, heta çareseriyek bidîta nedisekînî. Carinan monolog dikir, carinan bêdeng ber bi çolê ve dimeşiya. Li cihê ku hêvî xilas dibû, heval Hêvî şîn dibû. Cihe ku lê bû, pir baş analîz dikir. Ji bo ku hevalan bixe nav xebatan û nav pêvajoya hilberîne hevalekî diyarker bû. Li hemberî zehmetiyan tim di nav legerîna çareseriye de bû.”

Engîzek bi bîr xist ku şehîd Hêvî di we deme de lîstika bi nave ‘Evîna Gul û Masî’ amade kiriye û wiha direjî da axaftina xwe; “Lîstika xwe di demeke ew çend zor û zehmet de nivîsand. Di pêvajoyeke wisa de li Iraqê rewşeke neyînî û zehmet dihat jiyîn, bi şanoya xwe ji bo yekîtiya hevalan xizmetên gelek mezin kir. Jixwe piştî ku lîstika xwe nivîsand me gelek moral jê girt. Tekîliyên rêhevaltiye jî gelek peş ketin. Wî ji nivîsandine gelekî hez dikir. Heta ku tişte dinivîsand neqedanda, nedisekinî. Xwarin nedixwar, ranediket. Le dîsa jî ew xebat digihand encamê. Derfet gelekî baş bi kar dianî. Ji bo gelê xwe dijiya. Piştî şehadeta wî merasîma cenazeyê wî li Wargeha Mexmûre pêk hat. Gel gelekî jê hez dikir û bi xwedîderketina xwe jî ev tişt nîşan da.”

‘EW TEMSÎLA ŞANOYA GEL BÛ’

Ruha Amanos (şanoger) anî ziman ku ruhê şehîd Hêvî Şanoger ku bi kesayet û hunera xwe afirandiye ew di hemû xebatên xwe de vejandiye û got “Berhem û xebatên hevalê Hêvî, ruhê ku di encama wê keda pîroz de derketine, îroj jî xwe vedijîne. Hevalê Hêvî berî ku tevlî gerîla bibe jî xebaten xwe yên hunerê li Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) didomand û dema ku tevlî gerîla bûbû jî xebatên xwe yên di wî warî de pêş dixist. Min di sala 2001’an de ew nas kir. Min di lîstikeke ku wî nivîsîbû de, lîst. Ew lîstika min a yekem bû. Min bi lîstika wî dest bi şanoye kir.”

Ruha Amanos bi lêv kir ku şehîd Hêvî Şanoger cerebeyen xwe yen NÇM’ê di qadên gerîla de jî xistibû pratîkê û bi saya van xebatan jî di nav gerîlayan de xebatên bi vî rengî peş ketine û axaftina xwe bi van hevokan domand: “Nave wî Hêvî paşnav jî Şanoger bû. Li gorî min ev her du nav xwedî wateyên kûr in. Li vir hişmendiyek derdikeve holê. Navê xwe jî li ser vê hişmendiyê datîne. Ew bi xwe dibe bêdengbûna kesê dixwaze bibe şano û hêvî. Em hevalê Hêvî her dem bi heval Yekta re bi bîr tînin. Em wan herduyan bêyî şano û şanoyê jî bêyî wan nikare bifikire. Ji ber ku ew temsîlîyeta yekbûna bi şanoyê re ne. Ew têkoşîna li hemberî elîtîzm, li dijî nihêrîna li gel a ji jor ve bûn. Hevalê Hêvî, Yekta û Rêzan temsîliyeta şanoya gel bûn. Bi gel re yek bûn, rastiya civakî û gel dikirin. Heval Sarya, Baran, Zerdeşt, Dagistan û Fedakar di xizmeta gelê xwe de bûn û ji bo gel hunera xwe pêş dixistin.”

Amanos diyar kir ku Hêvî Şanoger di lîstiken xwe yên wekî ‘Gurî’, ‘Qirdik’ û ‘Qeşmer’ de rastiya civaka Kurd datanî holê û piştgirî dida têkoşîna li dijî neheqiyan û alîgirê têkoşeran bû. Amanos got ku, “Hevalê Hêvî di lîstiken xwe de ligel destnîşankirina pirsgirêkên civakî her wiha rêyen çareseriye jî nîşan dida.”

‘DI GELEK BEŞÊN HUNERÊ DE XEBATÊN WÎ HEBÛ’

Kurde Tavya (Şanoger) der bare kesayet û hunera şehîd Hêvî de nerînen xwe anî ziman û û got ku, “Heval Hêvî di payîza 2000’an hatibû gel me û dersên çand û hunerê da me. Mamosteyê me yê destpêkê ya dîrok, ziman û hunerê heval Hêvî bû. Piştî perwerdehiyê di bihara 2001’an de koma şanoyê hat avakirin. Dema ez tevlî nav koma şanoyê bûm, min heval Hêvî ji nêz ve nas kir. Di nav hevalên xwe de pir dihat hezkirin. Hevalekî piralî û jîr bû. Di warên şano, ziman, goven, muzîk û beşên din ên muzîkê de berhemên wî hebû. Strana Siya Jîn jî mirov dikare mînakê bide. Îddîaya heval Hêvî avabûn û pêşxistina şanoya Kurdî bû. Ji bo vê jî gelekî kar û ked daye. Lê belê xebata esasî ya heval Hêvî şano bû. Gelek lîstik nivîsand û derhênertî kir. Helbestvan bû. Li çiya gelek pirtûkên helbestan ên heval Hêvî hate çapkirin. Hêz dide hevalên xwe, zindî bû. Di lîstikên Agirê Bêdawî, Qirdik û Qeşmer, Evîna Gul û Masî, Demokrasî de me bi hev re kar kir. Me gelek xebatên dîtir jî kir. Wî gelek xebatên dîtir jî dikir. Wek fîlmê ‘Berf’ û Jenûra (Li wargeha Mexmûrê hatiye çêkirin). Heval Hêvî amadekariya rêzefîlmekî dikir. Ji bo rêzefîlmê 14 xeleq senaryo nivîsandibû. Dema me agahiya şehadeta Hêvî Şanoger bihîst em li Xinêreyê bûn. Tu kesekî ji me nexwest ku ji agahiya şehadeta hevalê Hêvî bawer bike. Ji ber ku hevalê Hêvî ji bo şanoya Kurdî bi rastî jî heviyeke mezin bû. Hunermendiya wî ya şoreşger di esasê xwe de peşî li hemû xebaten çand û hunerê vekir. Wî di şert û mercên herî dijwar de jî ji bo pêşxistina hunerê derfet diafirand. Di xebatên xwe de nedixwest tu kesan li derve bihêle, dixwest hemû hevalan tevlî nav xebatan bike. Xebata bi hevalê Hêvî re hesteke dîtir bi mirov re çedikir û motîvasyona mirov pêş dixist. Gelekî zindî bû û ruhekî zîndewar tevlî xebatan dikir. Xemsarî ji holê radikir. Xwe vediguherand serekaniya bîr û baweriyê. Heke gavên hewce nehata avêtin, pirsgirêk nehata çareserkirin, neheqiyek pêk bihata, helwesta xwe eşkere diyar dikir. Digot ev rast e û ev jî şaş e. Heta dawiyê xwedî helwest bû, hewldan û lêgerîna xwe tim didomand.”

‘BI KEDEKE MEZIN ROLA XWE PÊŞÎN PÊŞKÊŞ KIR’

Jînda Asmen (şanoger) jî bi van gotinan qala Hêvî Şanoger kir, “Di sala 1994’an de, li Îzmîrê saziya Navenda Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê hat damezrandin. Ev sazî ji bo gelê Kurd serkeftineke mezîn bû. Kurdan êdî dikaribûn li metropolên mezin bi zimanê xwe çand û hunera xwe bikin. Gelek ciwan û hunerperweran berê xwe dan saziya çand û hunerê, heval Hêvî jî yek ji wan kesan bû. Ez dixwazim qala bîranîneke xwe ya bi heval Hêvî re bikim. Cihê me ya çand û hunerê berê otelek bû. Piştre bi kedeke mezin me otel veguherand, saziya çand û hunerê. Rengê saziya me penbe bû, me digot ‘Qesra Penbe’. Serbanê saziya me, cihê şanoyê bû. Li katê duyem jî ji bo 50 kesan cihê şanoyê hebû. Dema me lîstika Sîmûrg û Ronahî dilîst, ji bo lîstikê karakterek pêwist bû. Me gelek kes ceriband lê ji bo wî karakterî me tu kes peyda nekir. Karakterekî zana û bi xîret hewce bû. Di wê demê de heval Hêvî di înşaetekê de dixebitî. Rojekê mamosteyê me yê şanoyê Huseyîn, heval Hêvî anî û bi me re da naskirin. Çavê hemû kesan li ser heval Hêvî bû. Hevalekî dilgerm, rûken û esmer bû. Dema rola xwe lîst, hemû heval şaş man. Bi kedeke mezin û hewldaneke bêhempa rola xwe pêşkêş kir. Hêvî gavên destpêkê yên şanoyê bi vî rengî avêt. Heta dawiyê jî ji dikê daneket. Ew kêlî her dem di bîra min de ye û qet ji bîr nakim. Te dît dibêjin rêya herî mezin bi gavekê dest pê dike, gava destpêkê ya heval Hêvî jî wisa bû.”