'Hêviya me ji PDK'ê nîne, xelkê wargehê bi derfetên xwe ambargoyê pûç dike'

Hevşaredar û Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk a wargeha Mexmûrê bi bîr xistin ku dorpêça li ser wan 2 sal li pey xwe hiştiye û gotin, ew ji PDK'ê tiştekî hêvî nakin, gelê wargehê bi derfetên xwe karî armanca ji vê dorpêçiyê pûç bike.

Hevşaredarê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Bedran Pîranî bal kişande ser zorî û zehmetiyên ji ber dorpêça ku PDK ev 2 salin li ser wargehê ferz dike û got, “Dema em weke şaredarî li pêvajoya 2 salan a dorpêçê temaşe dikin, di rêgirî û dorpêçeke wiha de ku hemû deriyên jiyan û xebatê yên gel û saziyek mîna şaredariyê bê girtin, wê di rewşeke çawa de xebat were meşandin li ber çavan e. Di vî alî de zehmetiyên xwe pir in. Ji ber ku gelê wargehê karkerî û debara xwe ya jiyanê li ser Hewlêrê re pêk dianî. Weke Şaredarî jî beriya dorpêçê hin xizmetguzariyên me kêm jî be li ser hikûmeta Herêma Kurdistanê dihat dabînkirin. Wate bi awayeke raste rast xizmetguzarî pêk nedihat, lê di aliyê pêwîstiyên rojane û kel û pelên ku ji bo şaredariyê pêwîstin, me dikarî xwe bigihînin hin cihan û me bi buhayeke guncav dikaribû dabîn bikira. Piştî ku ew rêgirî destpê kir tengasiyên bi vî rengî derketin pêşberî me. Lewre me nekarî xwe bigihînin cihên pêwîst û pêwîstiyên xwe pêk bînin. Di vî alî de me zehmetî kişand, lê dema mirov temaşe dike niha bandora vê tengasiyê li ser şaredariyê pir heye. Çima wisa dibe; ji ber ku niha xebatên xizmetguzariya av, elektrîk û karê paqijiya wargehê hemû li ser şaredariyê tê kirin. Dema ku hikumeta Herêmê wan pêwîstiyan pêşwazî neke, wate rêgiriya te bike bêguman tu yê nikarî wan xebatan pêk bînî. Me ew hemû xebatane bi rêya gelê xwe ango bi alîkarî û piştgirîdayîna gel ve karî heya astekê xizmetguzarî pêşkêş kir û li gorî derfetên di destên xwe de karî xebatên xwe birêve bibin."

Pîranî di dewama axaftina xwe de ragihand ku di wan 2 salên dorpêçê de zehmetî hene lê ti bendewariyeke wan ji PDK’ê tineye û wiha pêde çû: “Ji xwe yê ku ev dorpêç li ser me danî yek ji wan ê sereke jî hikumeta Herêma Kurdistanê û di nav de jî Partiya Demokratê Kurdistanê (PDK) ye, niha ti bendewariyeke me ji wan nîne. Ti hêvî û bendewariyeke me ji hikumeta Herêma Kurdistanê nîne, yê ku çav berde risq û keda destê karkeran, yê ku çav berde risqê gelekî, ti bendewariyeke wê çendê namîne ku wê xizmetê ji bo vî gelî bike. Ji ber ku xizmet û karê esasî eve ku her malbatek biçe û debara jiyana xwe bike. Eger rêgiriya wan tê kirin, ti bendewariya xizmetkirinê ji hikumetê yan jî rêveberiya herêma Kurdistanê nayê kirin.”

Pîranî destnîşan kir ku ji bo dabînkirina pêwîstiyên wargehê bi hikumeta Iraqê re hevdîtinan pêk tînin û hewl tê dayîn ku encamek ji van hevdîtinan bi dest bixin. Hevşaredar Bedran Pîranî di dawiyê de ragihand ku ti bangek wan ji bo hikumeta Herêma Kurdistanê û PDK’ê nîne û bang li gelê Başûrê Kurdistanê, saziyên civaka sivîl û kesayetiyan kir ku li hemberî zilmek wiha ya li ser penaberan tê kirin bêdeng nemînin.

Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk ya wargeha Mexmûrê Pakîstan Bîlen jî di destpêka axaftina xwe de plan û polîtîkayên li ser wargehê tên rêvebirin şermezar kir û axaftina xwe wiha domand: “Di destpêkê de em planên qirêj li ser wargeha me, bi taybetî yên 2 salên dawî li ser wargehê ku ji aliyê dewleta Tirk, PDK û yên destê wan ketiye nava vê planê de şermezar dikin. Wê ev plan û armanca wan ti carî pêk neyê. Ev 2 salin ku wargeha me di bin dorpêç û rêgiriyekê de ye. Eger em wê yekê wek pêvajoyekê binirxînin, ji bo gelê me yê wargehê pir giran, zehmet û di heman demê de pir dagirtî bû. Li ser wê bingehê gelê me yê wargehê di nava wan 2 salan de di asta jiyanî de rastî zehmetiyên cûr bi cûr bûn. Eger em wê pêvajoya 2 salan di wateya zehmetiyan de binirxîne bi taybetî di hêla zehmetiyên esasî de dikarin bêjin ku şert û mercên ji bo civakek bikare jiyana xwe bidomîne çi ne, eger em wan xalên esasî bigirin dest mirov dikare bêje ku xala debarî ya civakê ango aborî ye. Ji ber ku eger civakek aboriya xwe tinebe wê nekaribe jiyana xwe jî bidomîne. Lewre gelê me yê wargehê jî ku esas aboriya xwe ne ji hundur, ji derve dabîn dikir. Wate xebatên ji bo pêşwazîkirina jiyana xwe ji derve dikir. Bêguman ew rêgirî bû sedem ku gel di mijara debara xwe de bi zehmetiyan re rû bi rû bimîne.”

Bîlen di dewama nirxandinên xwe de işaret bi xala tendirustiya civakî kir û da zanîn ku rêgiriya li ser wargeha wan hatî ferzkirin bû sedem ku gelê wargehê bi gelek pirsgirêkên tendirustiyê re rû bi rû bimîne. Bîlen her wiha diyar kir ku di xala tendirustiyê de ji ber wê rêgiriyê bi rengekî şênber bi dehan dayikên ducanî zarokên xwe wenda kirin û çendîn nexweşên ku nexweşiya wan giran bû ji ber heman sedemê jiyana xwe ji dest dane.

Bîlen her wiha behsa zehmetiyên ku di qada perwerdeyê de ya ji ber dorpêçê pê re rû bi rû mane jî kir.

Hevseroka Meclîsa Gel Pakîstan Bîlen bal kişande ser armanca ferzkirina dorpêçê û got, “Eger em li dîroka xwe ya 28 salan temaşe bikin, em ê bizanin bê ka çima ev dorpêç li ser me ferz dikin. Ji ber ku em dijminê xwe nas dikin, bi salane ku em bi êrîşên wan re rû bi rû ne lewre em dizanin bê ka çima rewşeke wiha tê jiyîn. Bê guman 28 salan ji beriya niha û heta ji pêvajiyên beriya wê heya niha her tim em bi êrîşên dijmin re rû bi rû ne. Sedema wê jî eve ku dewleta Tirkiyê ji bo ku bikare serketina xwe îlan bike, ji bo ku bikare destketiyên gelê Kurd ji holê rake, her tim êrîşên hovane li ser giştî Kurdan birêve dibe. Di encamê de dema dibîne ku nikare ya armanckirî bi dest bixîne, êdî wisa dike ku Kurd bi destê Kurd dide şerkirin, yan jî heta astekê ku  bên dijberî hevdu. Dema wê yekê jî dike bê guman weke em dizanin bi hin hêzên ku xwe wek Kurd pênase dikin re dike. Mixabin wana jî her tim hevkariya dijmin kirine. Bi taybetî hêza wek PDK’ê ku dema em li dîrokê temaşe dikin, dîroka wan bi temamî îxanet e. Her tim li beramberî Kurdan vê dikin. Her tim li rexa dijmin cihê xwe digrin. Niha dewleta Tirk ku nikare serketina xwe bi dest bixîne, PDK’ê ji bo xwe bikar tîne. Ev 2 salin ku PDK dorpêçekê li ser me ferz dike, sedemê wê jî hevkariya bi dijmin re ye û dixwazin gelê wargehê teslîm bigrin, parçe û belav bikin. Wate dixwazin gelê wargehê bê îrade bihêlin, bikin ku êdî xwedî li nirx, destket, şehîd, şervan û rêbertiya xwe dernekevin. Ji bo wê mebestê jî her tim siyaseteke qirêj li ser gelê wargehê birêve dibin ku heya niha jî berdewam e.”

Bîlen di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku divê wek gelê Kurd li hemberî siyasetên wiha hişiyar bin û banga yekrêzî û xwedîderketina li wargehê li hemû Kurdan, dostên wan û hemû azadîxwazan kir.