Hevberdevkê TUAY-DER'ê: Rewşa tendiristiyê ya çalakgeran xirab dibe

Hevberdevkê TUAY-DER'ê Abdulmenaf Kur bal kişande ser grevên birçîbûnê û got, ''Rewşa tendiristiyê ya çalakgeran her ku diçe xirab dibe. Ji bo ku li girtîgehan kes nemire demildest divê gav werin avêtin.''

Hevberdevkê Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) Abdulmenaf Kur têkilî rewşa girtiyan û malbatan ji ANF'ê re axivî.

Kur got malbat ji ber polîtîkaya tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pir bihêrs in û diyar kir, malbat nexasim piştî ku diçin girtîgehê ku zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de dibînin û derkevin ev hêrsa wan pir zêde dibe. Kur got, dayik ji bo ku ev pirs çareser bibe dixwazin demildest gav were avêtin.

'TECRÎD DI NAV TECRÎDÊ DE'

Kur têkilî nêzîkatiyên rêveberiya girtîgehan a li çalakgerên greva birçîbûnê wiha axivî: ''Hê beriya bi çend rojan agahî ji me re hat ku li Girtîgeha Kirikkalayê qerdiyaan dolabên girtiyan şikandin. Li ser vê mijarê serî li me dan. Çalakgerên greva birçîbûnê yan dixin hucreyên yek kesî an jî wan sirgûnî girtîgeheke dî dikin. Di nav tecrîdê de tecrîdê li ser wan datînin. Malbat dema ku diçine serdana zaroyên xwe hîn dibin ku cezayê disîplînê dane zarokên wan û bêriya ku zarokên xwe bibînin vedigerin. Komeleya me ji bo çareserkirina pirsên wiha tişta ku ji dest me tê em dikin. Bi taybati malbaten li Amedê dijîn, piraniya zarokên wan li girtîgehên li bajarên Tirkiyê ne. Dema ku serî li me didin, an jî malbatên ku em bi derfetên xwe, xwe digihînin wan, pirsgirêkên wan didin çapemeniyê. Piştre jî alîkariya hewce em hewl didin bidin.''

REWŞA TENDIRISTIYÊ YA GIRTIYAN

Kurd têkilî rewşa tendiristiyê ya çalakgeran got, ''Rewşa tendiristiyê ya Îlhamî Çinar ku li Girtîgeha Izmîr-Şakranê girtiye ne baş e. Çavekî wî nema dibîne. Xwîn davêje. Agahiyek hat ku li Girtîgeha Meletî ji roviyê girtiyekî xwîn tê. Her wiha malbatan gotin du girtiyên dî di dev û bêvila wan re xwîn davêje. Her wiha li Rîze Kalkandere jî nexweşiyên wiha li cem girtiyan hene. Her ku diçe rewşa tendiristiyê ya çalakgeran xirab e. Dema ku têne hevdîtinê bi serê xwe nikarin bimeşin. Lê dîsa jî ji bo ku xurt xuya bikin, zorê didin xwe. Ji bo çareseriya van pirsgirêkan divê gav werin avêtin. Ên ku behsa dadê û hiqûqê dikin di vê Fêhm bikin ku di vê meseleyê de bêhiqûqî heye.''

'HER KES DIVÊ BIHÎSTYAR BE'

Kurd diyar kir malbat her roj têne komeleya wan, ji bo ku destekê bidin çalakiya zarokên xwe ew jî dixwazin greva birçîbûnê bidin destpêkirin û domand: ''Dayik di vê mijarê de pir hesas in. Dixwazin rojiya mirinê jî bidin destpêkirin. Dibêjin, çi hewce be ew dixwazin bikin. Hê ne zelal be jî, dibe ku van rojên li pêşiya me dest bi greva birçîbûnê bikin. Jixwe beriya niha jî hatibûn Baroya  Amedê. Pêvajoya pêş me, li gorî daxwaza dayikan çi tişta hewce em ê bikin. Çi kesê ku ji xwe re dibêje, ''mirov im'' divê bihistyar bin. Em êdî naxwazin ji girtîgehan nûçeyên mirinan werin.''