'Hevalê Egîd ji bo me xet e'

Gerîlayên ku 15'ê Tebaxê li eniyên şer pêşwazî kirin, destnîşan kirin ku fermandar Egîd ji bo wan xet e.

Gerîlayên HPG û YJA Starê salvegera 36'an a Pêngava 15'ê Tebaxê nirxandin.

NE MÎNA SERHILDANÊN BERÊ BÛ

Gerîlaya YJA Starê Agirî Ararat diyar kir ku Pêngava 15'ê Tebaxê hîn jî dewam dike û got, "Weke şervaneke li ser şopa Pêngava 15'ê Tebaxê, ji bo min rûmeteke mezin e ku cihê xwe di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de digirim. Hevalê Egîd bi fedakarî û dîsîplîneke xurt Rêbertî fêhm kir û fermanên Rêbertî bi cih anî."

Ararat bi bîr xist ku ev pêngav ne mîna serhildanên Kurdan ê berê bû, ne tenê ji bo rizgarkirina demekê yan jî çend bajaran bû û got, "Pêngavek bû ku ji bo Kurdistanê û mirovahiyê hate avêtin. Di şerekî de eger fermandarek wezîfeya xwe ya fermandariyê bi cih nîne ew şer rast nameşe. Lewma em hemû deyndarê hevalê Egîd in. Hevalê Egîd zîhniyetên ku digotin 'nabe' hemû têk bir. Ji bo me lehengekî mezin e, xetek e. Niha her gerîlayên li çeperan bi wî moralî, ruhî û wêrekiyê li dijî leşkerên Tirk ên faşîst şer dikin."

MÎLADEKE RONAHIYÊ YE

Gerîlaya YJA Starê Berfîn Bêkes ragihand ku 15'ê T ebaxê ji bo gelê Kurd mîladeke ronahiyê ye; bi fîşeka destpêkê ya li Dihê hate teqandin re tirs ji mejiyê mirovan derket û got, "Tirseke mezin xiste dilê dijmin. Hevalê Egîd ku bi rêbaz, wêrekî û îradeya Rêbertî bû yek, bû hêvî û wêrekiya gelê Kurd. Yek ji sedemên herî mezin ê gihîştina 15'ê Tebaxê ya vê serdemê, vî şerê wêrekî û tolhildanê ev e. Bi saya hevalê Egîd bi sedan ciwanî ji bo xaka xwe ji dijminê faşîst biparêze tevlî nava refên gerîla bûn. Hevalê Egîd ji bo me xeta şer û jiyanê ye."

TEVLÎ DÎROKA NÛ BÛN

Gerîlayê HPG'ê Fedakar Dogan destnîşan kir ku Pêngava 15'ê Tebaxê di heman demê de bersiva li berxwedana mezin a li zindanan bû, gelê Kurd jî bi pêngavê re tevlî herikîna dîrokê bû û bal kişand ser têkoşîna bi lehengî ya niha li Cenga Heftanînê tê meşandin; "Em jî bi hêza ji van hevalan werdigirin, em ê bi xurtî şerê xwe bidomînin, têkoşîna xwe mezin bikin. Em ê li ser şopa hevrêyên xwe yên şehîd bimeşin."

36 SAL IN BI RUHÊ EGÎD

Gerîlayê HPG'ê Rohat Botan destnîşan kir ku gerîlayên Kurdistanê bi ruhê 15'ê Tebaxê 36 sal in li her devera Kurdistanê li dijî mêtingeriyê şer dikin. Botan diyar kir ku artêşa Tirk nikare bi gerîla û destnîşan kir ku ev têkoşîn wê bêdawî dewam bike.

KEFENÊ MIRINÊ ÇIRAND

Gerîlayê HPG'ê Felat Devrîm jî diyar kir ku gelê Kurd kefenê mirinê bi Pêngava 15'ê Tebaxê re çirand, lewma mîrateyeke mezin a dîrokî ye; "Em her tim bi vî ruhî dijîn. Li çar parçeyan berxwedaneke mezin heye û serketin wê ya gerîla be." Devrîm bal kişand ser berxwedan û lehengiya li Cenga Heftanînê.