‘Heta Ocalan girtî be, aloziyên herêmê wê zêdetir bibin’

Çavdêrên siyasî yên Kerkûkê bal kişandin ser rola azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gotin: “Di guherîn û veguherînên li herêmê û bidestxistina destkeftiyên netewî ya ji bo Kurdan de rola azadiya Ocalan gelekî girîng e.”

Piştî ragihandina Pêngava ‘Bese ji tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ ku 12’ê Îlonê ji aliyê KCK’ê ve hate ragihandin û şûn ve li her cihê Kurd lê ne bangên piştevanî û destekkirinê zêdetir bûn. Çavdêrên siyasî yên Kerkûkê jî di vê çarçoveyê de bal kişandin ser rola azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li gorî wan di roja îro de ji bo gelê herêmê û gelê Kurd azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pir giîrng e. Çavdêrên siyasî nîşandan ku bi ramanê Ocalan dikare bi rêya aştî û gûftogo çareseriya pirsa Kurd bê dîtin.

‘RAMANÊ OCALAN JI BO GUHERÎNÊN HERÊMÊ GIRÎNG E’

Siyasetmedar û çavdêrê siyasî Mehemed Nesredîn bal kişand ser azadî û rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo guherîn û vegûherîna bûyerên li herêmê diqewimin û got: “Di roja îro de girînge ku Kurd bikarin di van vegûherînên li herêmê diqewimin destkeftiyên netewî bi dest bînin û di vê mijarê de jî raman û perspektîfên Birêz Ocalan pir girîng in.”

‘AZADIYA OCALAN XIZMETA JI BO AŞTIYÊ YE’

Nesredîn diyar kir ku azadbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li derveyî girtîgehê û dawîbûna tecrîtê tê wateya xizmetkirina ji bo aştî û gelê Kurd û dîsa gelên li herêmê.

Çavdêrê Siyasî Mihemed Nesredîn anî ziman ku di roja îro de valahiyeke siyasî heye û destnîşan kir ku divê hişmendiya siyasî ne di berjewendiyên partî û hîzbî de be, belkû divê di berjewendiyên Kurdbûnê de bin. Nesredîn got: “Ji bo wê girînge ku Birêz Ocalan azad bibe û xizmetê ji bo aştiyê bike. Dîsa li aliyê din divê Kurd xwe amade bikin ji bo her guherîneke li herêmê. Kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ xizmete ji bo her kesekê.

Tecrîda li ser Birêz Ocalan û girtina wî ya li zîndanê, tê wateya ziyan dayîna berjewendiyên Kurd û proseya aştiyê. Ji ber ku aştî yekan e rêçareseriya pirsgirêkên herêmê û ya her çar parçeyên Kurdistanê ye. Ji bo wê dawîkirina tecrîd û azadkirian Birêz Ocalan tê wateya xizmetkirina ji bo aştî û gelê Kurd.

‘PÊWÎSTÎ BI HIŞMENDIYEKE KU BIKEVE BERJEWENDIYÊN NETEWÎ HEYE’

Nesredîn bal kişand ser biryarên hinek rêveberên siyasî yên Kurd ên li ser çarenûsa gelê Kurd û got: “Em dibînin ku hinek rêveberên Kurd ên di demê de biryar dane ziyan gihandine siberoja Kurdan û ne serkeftî bûne. Gelek ji van biryaran jî bûne sedemê ji destçûna xaka Kurdistan û desthilata wê li gelek herêm û navçean. Ev jî dide nîşandan ku pêwîstî bi hişmendiyeke siyasî ya bi ezmûn heye ku nekeve bin berjewendiyên hîzbî, tenê ji bo berjewendiyên netewî be.”

‘TIRKIYE DIXWAZE QIRA KURDÊN BAŞÛR BÎNE’

Dîroknas û çavêdêrê siyasî Ebdulstar Cebarî jî bal kişand ser dîroka qirkirina gelê Kurd a ji aliyê rejîma Tirkiyeyê ve û got: “Rejîma Tirkiye bi berdewamî dixwaze dengê Kurd qût bike. Eger em li dîrokê binêrin em ê bibînin ku Tirkiye ne tenê gelê Bakurê Kurdistan girtiye û qir kiriye, hewl daye ku gelê Başûr jî qir bike. Nimûne; Şêx Ebdûlselam Barzanî ji aliyê Tirkiye ve hate girtin û bidarvekirin. Ne girtin û ne jî qirkirina rejîma Tirkiye nekarî Kurdan ji doza wan a bi maf dûr bixe.”

‘PÊWÎSTÎ BI OCALAN HEYE’

Ji bo rakirina tecrîd û azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Cebarî wiha bilêv kir: “Di roja îro de azadkirina Ocalan derfetekî mezin e ku aştiyek mayînde di nava Kurd-Tirkiye de pêk bê. Ocalan xwedî derfet û bîreweriyeke xurte bi rêya guftogoyê mafê Kurdan bi dest bixe. Niha guherînên mezin li herêmê pêk tên, ji bo wê pêwîstî bi Ocalan heye. Li ser guherînên li herêmê rû didin gelek welat tên parçekirin, ev parçekirine Tirkiye jî digire nava xwe.

‘HETA OCALAN GIRÎT BE, WÊ ALOZIYÊN HERÊMÊ ZÊDETIR BIN’

Cebarî wiha domand: “Bi azadkirian Birêz Ocalan re, aştî pêk tê û aştiya pêk jî bê wê her kes sûdê jê bigire. Ji bo wê ez jî piştgirî didim çalakiyên ‘Ji Ocalan re azadî’. Ji ber ku azadiya Ocalan di berjewendiyê hemû gelên herêmê de ye. Heta Ocalan li girtîgehê be, wê aloziyên li herêmê zêdetir bibin.”

Herî dawî mêjûnas û çavêdêrê siyasî Ebdûlstar Cebarî diyar kir ku gelê Kurd dev ji mafê xwe bernade.