Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

'Heta ku YJA Star hebe wê Bêrîtan jî hebe'

Bêrîtan şoreşgereke efsanewî bû ku beriya niha bi 26 salan li ser zinarekî manîfesto nivîsand û bû pêşenga artêşbûna jinê ku niha bi hezaran endamên xwe hene.

Dîroka mirovahiyê bûye şahidê hezaran mirovên bêhempa ku bi hezaran salî ji bo azadiyê şer kirin û di vê oxirê de canê xwe feda kirin. Hêzên ku êrîş birin ser nirxên mirovahiyê, çiqasî bi tundî êrîş kirin ewqasî jî li bin guhê berxwedaneke tund ketin û şikestin. Sîstem ji ber ku nikare xwe li vê berxwedêriya azadiyê rabigire, timî êrîş kiriye.

Ji ber vê yekê ti carî encama bi dilê xwe bi dest nexistiye û li pêşberî berxwedêrên dildarên azadiyê têk çûye. Dîrok di sedsala 21'ê de jî doh li Kobanê û Efrînê, îro jî li Xakurkê di şexsê gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê de şahidiyê ji heman berxwedane re dike.

BÊRÎTAN LI DIJÎ JIYANA BI KOLEDARÎ BER BI AZADIYÊ VE FIRIYA

Gelê Kurd ku têkoşîna vejîn û berxwedanê dide, li gel hezaran lehengên xwe navê xwe li dîroka azadiyê dinivîsîne. Yên ku bi lehengî şer dikin û di oxira jiyaneke bi rûmet de berê xwe didin mirinê, pêşengiyê ji vê berxwedana azadiyê re dikin. Bêrîtan şoreşgereke efsanewî bû ku beriya niha bi 26 salan li ser zinarekî manîfesto nivîsand û bû pêşenga artêşbûna jinê ku niha bi hezaran endamên xwe hene...

Vê şoreşgera wêrek bi gotina 'Li ser sifra rojê ji bo min jî cihekî vekin, di vî şerî de ez hî heme' bi rengekî bê eman tevlî şerê azadiyê bû. Îro bi hezaran kesî dane ser şopa wê. Li dijî kesên ku dibêjin 'Xwe înkar bike, dest ji nirxên xwe berde û bi bêrûmetî bijî', li dijî kesên ku banga xiyanetê dikin, Bêrîtan bersiva herî mezin e. Navê jinûve zindîkirina cewhera jinê ye. Li dijî jiyana bi koledarî li ser zinêr per û baskê xwe vekir û ber bi azadiyê ve firiya.

ARTÊŞBÛNA JINÊ EMANETA HERÎ MEZIN A BÊRÎTAN E KU JI JINAN RE HIŞTIYE

Bêrîtan hiş û mejî ye. Hişê azadiya jinê ye. Besê ye, Zarîfe ye, Dersim e, Agirî ye. Bersiva herî tund û giran e li dijî zaliman, li dijî yên dest ji rûmet, mirovahî û Kurdbûna xwe berdane. Bêrîtan di kesayetî û çalakiya xwe de artêşek temsîl kir û derbeke giran li dijminê azadiyê xist. Ji ber ku çalakiya wê ya jiyanê bû wesîle ku artêşa jinê ya azad biafire.

Artêşbûna jinê ku bi YJA-Starê re li tevahiya cîhanê deng veda, emaneta herî mezin e ku Bêrîtan ji jinan re hiştiye. Lewma em dibêjin, heta ku YJA Star hebe wê Bêrîtan hebe, Kurd û jin wê ti carî dest ji rûmeta xwe bernedin. Bi hezaran jin niha li Xakurkê dibin bersiv ji dengê Bêrîtan ku li zinaran deng vedide.

ŞOPDARÊN BÊRÎTAN Û ZÎLAN JI BO GELÊ XWE CANÊ XWE FEDA DIKIN

Dîktatoriya faşîst a AKP/Erdogan a dagirker, qirker û mêtinger, careke din hewl dide berxwedana gelê Kurd bişikîne û ji çar aliyan ve bi çavsorî êrîş dike. Berxwedana Xakurkê ku kêm maye salekê li pey xwe bihêle, bûye berxwedana azadî û rûmetê ya mirovahiyê. Şopdarên Bêrîtan û Zîlan bersiva herî xurt didin wan kesan ku fêhm nakin ku Kurd bi kuştin, zilm û êşkenceyê nayê tepisandin.

Jinên Kurd ên wêrek, li dijî balafir û çekên bi teknolojiya herî pêşketî Îradeya mirovan nîşan didin û ev berxwedana wan a bêhempa ya bi mehan e didome, gihîştiye asta herî bilind. Wêrekiya jinên Kurd li Xakurkê careke din ispat bû. Bi hezaran jinên Kurd ku dane ser şopa Bêrîtan û Zîlan, ji bo hebûna gelê xwe canê xwe feda dikin.

BÛYERÊN LI XAKURKÊ DIQEWIMIN WÊ ÇARENÛSA AZADIYÊ YA JINAN DIYAR BIKIN

Divê baş were zanîn; ji bo kesên ku bi gotina 'Em ê cîhanê bi serê we ve birûxîne' gefan li gelê Kurd dixwin, bersiva herî mezin ji aliyê gerîlayên artêşa jinê ya azad ve tê dayin ku dibêjin, 'Em ê bi rengê Bêrîtan bi ser bikevin'. Ev bersiv niha li Xakurkê tê dayin. Bila kes jê nekeve nava gumanan... Jin û ciwanên Kurd êdî rêya xwe bi ronahiya Sara, Bêrîtan, Zîlan, Arîn û Avesta ronî dikin. Li her cihî û her wextê xwedî li azadî, nirxên mirovahiyê û rûmeta xwe derdikevin.

Divê em bi zelalî vê bêjin; bûyerên ku niha li Xakurkê diqewimin wê çarenûsa azadiyê ya jinan diyar bikin. Ji ber vê yekê wê Xakurkê li ber xwe bide, têkoşîneke bê navber bide û teqez bi ser bikeve. Lewma divê jin li eniya azadiyê bi rengê Bêrîtan û Zîlan têbikoşin. Divê fedayî bi yek dilî tevbigerin û ji bo azadiyê biqîrin...