‘Heta ku Xakûrkê hebe wê Qendîl ji bo dijmin xeyal be’

Gerîlayên ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li berxwe didin gotin, Xakûrkê  bi berxwedaniyê tê naskirin û wiha gotin; “Heta ku Xakûrkê hebe wê Qendîl ji bo dijmin xeyal be.”

Gerîlayên li herêma Xakûrkê bi hatina Biharê re ku Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî dabûn destpêkirin, têkildarî qonoxa niha nirxandin kirin. Di çarçoveya pêngavê de gerîlayên ku bi çalakiyên bi bandor bal kişandin wiha gotin; “Ger ku teknîka pêşketî ya Sedsala 21’an hebe, cografyayeke heye ku ji bo zarokan bedena xwe vekiriye.” Gerîlaya YJA-Star Mizgîn Kurdistan û gerîlayê HPG’ê Herekol Şiyar diyar kirin ku wê artêşa Tirk li Xakûrkê têk biçe û bûyerên li Xakûrkê diqewimîn ji ANF’ê re axivîn.

Gerîlaya YJA-Star Mizgîn Kurdistan got bi xeta Bêrîtan ber bi serkeftinê ve dimeşin û di vê çarçoveyê de serkeftin nêz e. Gerîlayê HPG’ê Herekol Şiyar jî li dijî medyaya Tirk ku nûçeyan çêdikin got “Ger ku rihê wan hebe bila werin nêz ve bişopînin’ û bibîrxist ku di her çalakiyê de leşker qîr û hewar dikin.

Gerîlaya YJA-Star Mizgîn Kurdistan: Ji Şemzînan heta herêma Bradostê gelek çalakiyên me yên bi bandor çêbûn. Hemû hevalên jin bi biryardariyek û îdîayek mezin pêşengtî ji bê pêvajoyê re kirin. Weke gerîlayên YJA-Star berxwedana bi biryar ya îro li herêma Xakûrkê mîrasa berxwedana Bêrîtan a ji salên 90’î heta roja me hiştiye. Îro di xeta Bêrîtan de em ber bi serkeftinê ve gav diavêjin. Ev berxwedan her wiha dom kir. Li herêma Xakûrkê tu caran teslimiyet nehate qebûl kirin. Di xeta Bêrîtan de em ji bo bibin Axîn bibiryarin. Em jî bi çalakiyên xwe yên bi bandor xwedî li vê mîrasê derdikevin.”

‘DIJMIN HER ROJ DIBÊJE ME HER ROJ GERÎLA QEDAND’

Kurdistan bi domdarî got dewleta Tirk di medyayê de her roj nûçeyên derew çêdike û dibêje me gerîla qedand û wiha got; “Divê em vêya bipirsin ger gêrîla li vê herêmê nebe evqas leşker çawa tên kuştin. Evqas çalakiyên bi hêz kî dike. Hevalên me niha li her cihê Xakûrkê di çeperên xwe de ne. Ev şerê ku dewleta Tirk hemû ekonomiya xwe xistiye dewrê wê bê encam bimîne. Derbeyek li me ne xistine berevajî wê hevalên me hema bêje her roj, rojê 3 caran li heman girî çalakiyan lidardixin. Dewleta Tirk niha bê çareserî û windabûnê dijî.”

Gerîlayê HPG’ê Herekol Şiyar: Dewleta Tirk demeke dirêj e ketiye nava hewldanên operasyona dagirkirinê. Di vê mijarê de gelek nûçeyên derew tên amadekirin û weşandin. Sankî Xakûrkê qediya û operasyona Qendîlê destpêkir bi vî awayî agahiyên şaş belav dike. Lê niha em li Xakûrkê ne. Ger em ne li vir bin li gorî medyaya Tirk meyê gotiba ev der qediya. Lê herêma ku dagir kirin girê Lêlîkan yê navçeya Sîdekanê ye. Vî girî weke Qendîl didin nîşandan. Lê li herêma lê ne Qendîlê ji xwe nabînin. “Artêşa Tirk a qehreman”  li pey teknîka pêşketî wiha difikire ku serketina dagirkeriyê pêk aniye. Lê em gerîlan e em hêzeke avakerin.”

‘ME SOZ DAYE GELÊ XWE’

Herekol Şiyar bi domdarî wiha got; “Kesên ku îdîa dikin li vê herêmê gerîla ne mane bila bên ji nêz ve bişopînin. Ger rihekî wan hebe bila neyên Xakûrkê bila werin Sîdekan qîr û hewara leşkeran bibînin. Em zarokên vê xakê ne, em çiyayî ne. Lê leşker li van xakan biyanî ye. Di her çalakiyên em pêktînin de qîr û hewara leşkeran bilind dibe. Ev der xaka me ye. Me sozek daye gelê xwe, heta ku em hebin wê tu kes zilmê li gelê me neke. Em hêza xwe ji îdeolojiya Rêbertiyê digrin. Me soza serkeftinê daye doza xwe. Ger ew artêşa 2’emîn a NATO’yê bin û teknîka Sedsala 21!an hebe coxrafyayeke ku bedena xwe ji me re vekiriye heye.”

‘XAKÛRKÊ BI BERXWEDANÊ TÊ NASKIRIN’

Gerîlayê HPG’ê Herekol Şiyar herî dawî wiha got; “Ev şoreş wê pêk were. Me soz da û girêdayî soza xwe ne. Di leşkeran de riheke ku li dijî me şer bike nîne. Li girên ku bicihbûne jî ji tirsa newêrin serê xwe rakin. Derdora xwe jî nasnakin. Em li ku derê bin em ê nehêlin dewleta Tirk û leşkerên wê nefeske rihet bigrin. Leşker di nava tirseke mezin de ne. Vêya em ji çeperên wan dizanin. Li cihe lêne hemû bi teknîkê pêçane. Em li vir li dijî mirovan şer nakin. Em li vir ne li dijî hebûna leşkeran şer dikin em li dijî teknîkê şer dikin. Bi hemû çekên giran derdor dorpêçkirine. Dema dîmeke biçûk dibînin heta sibê derdor bombebaran dikin. Li vir gerîla heye nîne jî nizanin. Xakûrkê bi berxwedanê tê naskirin. Ev der xaka me ye. Em ê hemû bihevre têkçûna dewleta Tirk li vir bişopînin.”