'Heta ku Ocalan azad nebe arîşeyên navxweyî çareser nabin'

Dr. Wehbiye Şevket ku li cem Ocalan mabû û pirtûka bi navê "Li Kurdistanê Meşa Azadiyê" nivîsî diyar kir, heta ku Ocalan azad nebe ti arîşe wê çareser nebin.

Dr. Wehbiye Şevket a ji Silêmanî ku niha 80 salî û şeht e, dema ku li Kurdistanê endama Partiya Komunîst a bi navê Şuî bû, 1995’an ji bo a axaftina li dijî Birakujyê hate xwest ku were lînckirin. Ji bo ku xwe ji lîncê xilas bike diçe Sûriyê û hewl dide xwe bigihîne Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Piştî keftûleftekê xwe digihîne Qamişlo ji wir derbasî Şamê dibe û xwe digihîne Ocalan. Ocalan ji bo ku Dr. Şevket bimîne li Şamê malekê jê re dide girtin. Nêzî salekê li nêzî Ocalan dimîne.

‘PIŞTÎ GEFAN EZ ÇÛME CEM SEROK’

Dr. Şevket li ser pirtûka xwe ya bi navê ‘Li Kurdistanê Meşe Azadiyê’ ku dema li cem Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nêzî salekê mabû, bi bîranîna nivîsîbû, li ser diyalogên xwe yên bi Ocalan re dibêje, 1995’an piştî ku ew li dijî Birakujiyê derketiye, di telezivyonekê de axiviye û helwesta xwe ya li dijî birakujiyê nîşan daye gefên ku wê bikujin lê çêbûne û dibêje piştî van gefan ketiye wê hewldanê ku xwe bigihîne Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Şevket dibêje wê dixwest ku pêşî biçe Sûriyê û ji wir derbasî Ewropayê bibe. Şewket diyar dike ku ew bi dizî diçe Hewlêrê û ji wir li navenda Partiya Komunîst dimîne ku ew çend roj bûn bi dizî bûbû endamê wê. Li Hewlêrê bi jinekê re hev dibîne ku derbasî Sûriyê û Rojava dibû û bi wê re diçe Zaxoyê û ji wir derbasî Qamişloyê dibe. Şevket diyar dike ku piştî derbasî Qamişlo dibe ji wir diçe Şamê û tim hewl daye ku xwe bigihîne Ocalan û diyar dike ku h piştre hinan xwe gihandine wê ew birine Akdemîya Mahsûn Korkmaz. Şevket li ser wê dema ku nû Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibîne wiha dibêje: ‘’Rêber Apo dema ku ez dîtim ez hembêz kirim got, ‘ji bo ku tu li dijî Birakujiyê derketî hindik mabû te bikujin ne?’’ Min jî gotiyê,’’ Tu ji kû bi vê dizanî’. Keniya û got, ‘’Hevalên Başûr gotin û malbata ku tu gihandî vira agahî da.’’ Piştre got, ‘’demekê li cem me bimîne, piştre tu kûderê bixwazî em ê te bişînin.’’ Pêşî ez li maleke li nêzî Akademiyê, li maleke li dor mala Rêber Apo bi cih kirim. Serok mehê carekê dihat. Li wir diman. Dema ku Serok dihat Akademiyê bang li min dikriin ez dibirim cem. Nêzî mehekê wiha dom kir.

Şevket bi domdarî dibêje her ku wê Ocalan didît ji bo ku wî nas bike û PKK’ê baştir nas bike pirs dikir û Ocalan jî her pirsên wê bersivandine. Şevket bi domdarî dibêje wê ji Ocalan re gotiye ew dixwaze li Şamê bimîne û Ocalan malek jê re daye girtin û li wê malê dema ku 8 mehan mayî pirtûka bi navê ‘’Li Kurdistanê Meşa Azadiyê’ nivisiye û pirtûk 1996’an bi Erebî weşiyaye.

Şevket bi domdarî dibêje her ku wê Ocalan didît ji bo ku wî nas bike û PKK’ê baştir nas bike pirs dikir

‘LI DIJÎ BIRAKUJIYÊ PIR BI HÊRS BÛ’

Şevket diyar dike ku diyalogên wê yên bi Ocalan re tim li ser azadiyê bûn û Ocalan mijar aniye ser Birakujiyê diyar kiriye ku Birakujiyê çendî ziyan daye Kurdan. Şevket dibêje ku yek ji daxwaza Rêberê Gelê Kurd Ocalan yekîtiya Kurdan bûye û Birakujî li pêş vê weke asteng dîtiye û tim jê re gotiye ku azadiya çar parçeyên Kurdistanê wê bi yekîtiyê pêk were. Şevket bi domdarî wiha dibêje, ‘’Ji bo vê pir bihêrs dibû ku ku partiyên kurd şerê hev bikin. Wê demê digot,, ‘fermo, bila lîdertî, seroktiyê bikin, em Kurdan ji koletiyê rizgar bikin. Ango fikra ku bila her tişt di kontrala min de be pê re nebû. Tenê li azadiya Kurdan difikirî.’’

‘DIVÊ EM LI SEROK XWEDÎ DERBIKEVIN Û TECRÎDÊ BIŞKÎNIN’

Dr. Şevket bal kişande ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û diyar kir Ocalan ev 20 sal in di destê dewleta Tirk de dîlgirtî ye bi tena serê xwe û got esareta Ocalan esareya hemû Kurdan e lê mixabin hê gelek ji Kurdan ev fêhm nekiriye.

Şevket got dewleta Tirk nahêle Ocalan bi parezer û malbatê re hev bibîne û got divê demildest dawî li vê rewşê were û wiha domand, ‘’Divê gelê me, ên ku dibêjin ‘em partiyên Kurd in’ divê li Serok xwedî derbikevin. Tecrîda li ser Serok encex wiha em bikaribin bişkînin.’’

‘ARÎŞEYÊN ME WÊ BI AZADIYA OCALAN ÇARESER BIBIN’

Şevket bi domdarî bal kişande ser xemsariya partiyên Başûr ên li ser mijara tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan û got heta niha tiştek nekirine, û niyeta wan jî nîn e, bala xwe dane ser arîşeyên di navbera xwe û Bexdayê de û û diyar kir, ‘heta Rêber Apo azad nebe ev arîşe jî çareser nabin. Ji ber ku arîşeyên ku têne jiyîn arîşeyên ji ber nebûna yekîtiyê ne. Serok Apo temenê xwe li ser vê kir. Heke Serok Apo azad bibe yekîtî wê çêbibe, wiha arîşeyên Kurdan ên bi Iraq, Tirkiye, Îran û Sûriyê re çareser bibin.’’

Şevket herî dawî got heta ku yekîtiya ku Ocalan parastina wê dike pêk neyê arîşeya desthilatdariyê ya di navbera partiyên Kurd de jî çareser nabe û ji bo ve jî pir pêdivî bi Ocalan heye.