BI DÎMEN

'Heta ku fikrê Rêber Apo û berxwedana gerîla hebe, kes nikare Kurdan qir bike'

Firyal Temî bal kişand ser berxwedana li Îmraliyê ya li dijî tecrîdê û şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê û destnîşan kir ku heta ev fikir û berxwedan hebe, kes nikare gelê Kurd tine bike.

Endama Rêveber a Komîteya Perwerdeyê a Kongra Star a Kantona Firatê Firyal Temî têkildarî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê ji ANF'ê re axivî.

Firyal Temî anî ziman ku fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan êdî li tevahiya cîhanê belav bûye û got, "Vê yekê tirs xistiye dilê desthilatdaran. Zêdeyî 41 meh in tecrîdeke giran li ser Rêber Apo tê ferzkirin. Ew jî diyare ku dewleta Tirk û desthilatdarî êdî ji fikrê Rêber Apo, ji neteweya demokratîk jî ditirese. Pergala neteweya demokratîk erşê desthilatdariyê hejand."

Firyal Temî diyar kir ku tevahî cîhan êdî azadiya Abdullah Ocalan dixwaze û got, "Dewleta Tirk bi rêya tecrîdê dixwaze gel û Rêber Apo ji hev qut bike. Divê desthilatdarî jî zanibe, em in xwediyê fikrê Rêber Apo. Divê êdî azadiya Rêber Apo bê misogerkirin."

Endama Rêveberiya Kongra Star di dewama axaftina xwe de işaret bi şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê kir û got, "Gerîla li hemberî faşîzmê berxwedaneke bi rûmet dike. Berxwedana gerîla dewleta Tirk asê kiriye û kiriye nava krîzekê ku nikare jê derkeve. Li hemberî wê jî çekên kîmyawî tê bikaranîn. Ev êriş her wiha nîşan dide ku gerîla li hemberî hêzeke NATO'yê berxwedaneke bêhempa dike. Gerîla ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo tevahî gelan li ber xwe didin.

Xeta îxanetê çawa ku sala 1992'an de hate kirin, niha jî rûyê xwe nîşan dide. Çekdarên PDK'ê di sala 1992'an dîsa êrîşî çiyê kirin, gerîla dîsa li hemberî wan li ber xwe dan û armancên wan têk birin. Bêrîtan bi berxwedana xwe jî bû destan û bersiv da faşîzm û îxanetê ku heta hetayê ew ê li ber xwe bidin."

Firyal Temî di dawiyê de got, mala Barzanî û dewleta Tirk her tim bi hev re ne, sînorê di navbera xwe de rakirin û got, "Hevdîtina dewleta Tirk bi kîjan dewletê re dibe li ser esasê tunekirina gelê Kurd e. Dewleta Tirk jî her ku diçe hevdîtinê xwe berfereh dike. Heta ku fikrê Rêber Apo û berxwedana gerîla heye em ê jî hebin. Ew nikare êdî me qir û tune bike."