'Heta ku em nebin ax dev ji axa xwe bernadin'

Jinên ji Bradostê gotin ew ê li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk rawestin û gotin, ''Em heta ku nebin ax dev ji axa xwe bernadin''

Jinên ji Bradostê ku tim bûne hevkarê berxwedana herêma Başûrê Kurdistanê û ji dîrokê ve tim bi berxwedanê li ser piyan maye gotin, ew bi pêgiriya bi xaka xwe re li dijî zilma domdar bi ser ketine. Meryem a ku li zozanan dijî got ev ji 40 salî zêdetir e hatine zozanan û domand, ''Lê berê xweştir bû. Niha dagirker nahêlin ku em bi aramî û rehetî bijîn. Her roj derdora me bombe dikin. Em nikarin li çiyayayên xwe sewalên xwe biçêrînin. Ev rewş hem ji bo sewalên me ne baş e û hem jî dibe dawiya xwedîkirina sewal û dewaran ku tekana debara gelê vir ev e.''

Meryem got tim Îran û Tirkiye bombeyan bi ser wan de dibarînin û domand, ''Em yekîtiya  Kurdan dixwazin. Tenê wiha dagirkerî dikare were rawestandin û aramî were Bradostê. Beriya bi çendekê bi topên dewleta Tirk li Lêlikanê zarokekî 5 salî hate kuştin. Lê kes van nabîne. Bi hezaran mirovên me hatin kuştin hestiyan gelekên ji wan nîn in. Em dixwazin temenê xwe li ser axa xwe bijîn. Em ê xaka Bradostê bi dest ti dewletê ve bernedin. Şeref û namûsa mirov e. 4 kur û 3 keçên min hene, hewce bike fedayî axa xwe bikim.''


'LI VAN XAKAN XWÎNA ME HERIKÎ, EM TI CARAN BERNADIN'

Jineke bi navê Suar ku beriya bi salan li Sidêka, li gundekî Lêlikanê di bombebarên de malbata wê tev hatî kuştin û ew jî birîndar bûyî li ser komkujiyê got, ''Heke li dij wê komkujiyê derbiketana ev dagirkerî nedibû''.

Suar ku di komkujiyê de diya wê û du birayên wê, mixaletiyên wê hatin kuştin got, ''Ji bilî van gelek şehîdên me hene. Dewleta Tirk zilma xwe didomîne. Ji ber ku kes li Bradostê xwedî dernakeve Tirk dagirkeriyê rewa dibînin.  Bi balafirên şer li jîgehên sivîl dixin. Gelek caran ji ber dengê balafirên Tirk heta sibehî em şiyar dimînin. Gel mexdûr e. Em li çiyan û zozanan dijîn. Ji bilî vê tiştekî me tine. Me xwîna xwe li van xakan rijaniye û em ti caran bernadin, divê dagirker bizanibin. Heta ku em nebin ax em dev ji axa xwe bernadin.''