'Heta ku em faşîzmê bidin sekinandin, em ê bi hev re têbikoşin'

Berdevkê HDP’ê Baydemîr got, “Stûyê xwe li ber faşîzmê xwar nekin. Heta ku em faşîzmê bidin sekinandin em ê bi hev re têbikoşin.”

Parlementerên HDP’ê yên ku li Amedê li parka Ekîn Cerenê di bin ablûqaya polîsan de Nobeta Wijdan û Edaletê li dar dixin, di roja sêyemîn de daxuyanî dan. Li ser navê parlementeran berdevkê partiyê Osman Baydemîr axivî.

ÇAPEMENIYA AZAD Û SIYASETMEDAR HATIN SILAVKIRIN

Baydemîr got ku: 

“Careke din ez Înan Kizilkaya û Gûrbetelliyan silav dikim. Ez Ahmet Şik jî silav dikim ê ku ala xwe ji Metîn Goktepe wergirt. Ahmet Şik duh kesên ku heqîqetê didarizînin, darizand.  Di şexsê Ahmet Şik de hemû rojnamevanên di girtîgehê de, ez wan silav dikim.

Ji Qazî Mihemedê Çarçirayê heta Tahîr Elçiyê li Sûrê hate qetilkirin, ez hemûyan silav dikim. Silav ji hevserokê me yê giştî Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û di şexsê Gultan Kişanak de silav ji hemû şaredarên me yên girtî re.

‘BI HOVANE QETIL KIRIN Û DEREWAN DIKIN’

Hemû kesên ku di 2 salên dawîn de jiyana xwe ji dest dan, ji ber polîtîkaya şer a hikumetê ye. Îro yek ji sedema vê nobeta me ya wijdan û edaletê ev e ku, bila tu kes jiyana xwe ji dest nedin. Hemû kêşe bi rêya diyalogê dikarin werin çareserkirin. Lê wan zarokên vî welatî şandin şer; li Şirnex û Cizîrê bi hovane qetil kirin û derewan dikin.

‘HETA KU EM FAŞÎZMÊ BIDIN SEKINANDIN’

Ev tecrîd ne bi tenê li ser me ye. Nehiştin ku Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Tulay Hatîmogûllari tevî heyetê werin cem me. Wan ê jî li vê derê peyameke kurt bidan. Çima ji peyama wan ditirsin? Ji ber ku faşîzm dixwaze, mirov li ber wê stûyê xwe xwar bike.

Heke parastina demokrasiyê sûc be, em ê demokrasiyê biparêzin. Heke parastina mafên mirovan sûc be em ê mafên mirovan biparêzin. Heke xwestina azadiyê sûc be, em ê dîsa bixwazin. Heta ku em faşîzmê bidin sekinandin em ê têbikoşin.

‘MECLÎSÊ JI KURDAN RE DIGIRIN’

Dibe ku îro parlementeriya Faysal Sariyildiz bidin betalkirin. Wateya vî tiştî jî ev e ku dixwazin parlementoyê ji Kurdan re bigirin. Me hewl da em wê parlementoyê bikin a Kurd, Suryan, Ereb û Êzidiyan lê ew yekrengiyê ferz dikin.”

‘WÊ GAV BI GAV MEZIN BIBE’

Baydemîr di dûmahîka axaftina xwe de got ku “Gelê Amedê bersiv da banga wijdanî ya li vê derê.  Wan bi dengê xwe piştgiriya me kirin. Wê vê gava wijdanî mezintir bibe. Êdî dem hatiye ku em faşîzmê bidin sekinandin. Bi rica û minetê faşîzm nayê sekinandin. Ez bang li hemû gelê me dikim ku bila ji bo wijdan, wekhevî û edalet û azadiyê bixwazin.”