'Heta ku çete ji derdora Xanesorê bên derxistin, divê nerazîbûn bidomin'
Endama Konseya Giştî ya Serokatiya KCK’ê Sozdar Avesta got, "Heta çeteyên êrîşî Xanesorê kirine ji wir werin derxistin, pêwîst e nerazîbûn li her derê berbelav bibin."
Endama Konseya Giştî ya Serokatiya KCK’ê Sozdar Avesta got, "Heta çeteyên êrîşî Xanesorê kirine ji wir werin derxistin, pêwîst e nerazîbûn li her derê berbelav bibin."
Endama Konseya Giştî ya Serokatiya KCK’ê Sozdar Avesta derbarê êrîşên li ser Xanesorê, sedemên wê û nerazîbûnên gel, pirsên Radyoya Dengê Kurdistanê bersivandin.
Sozdar Avesta destpêkê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li tevahiya dayikên şehîdan, têkoşerên di eniyên berxwedanê û zindanan de, hemû jinên cîhanê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir.
Avesta bibîr xist ku 8’ê Adarê roja berxwedanê ye û wiha dom kir: “Derketina li hemberî destdirêjiya li ser keda jinê ye. Di sala 1857’an de li Newyorkê di fabrîqeyekê de 129 jin hatin şewitandin. Ev bû çirûska têkoşîna jînê. Me jî wekî jinên Rojhilata Navîn û Kurd di sedsala 21’emîn de ev çirûsk wekî meşale mezin kir. Hevalên me yên wekî Sema, Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Ronahî û Bêrîvan bi bedena xwe ev agir mezin kirin û nîşanî hemû cîhanê dan bê ka têkoşîn çawa tê mezinkirin. Jinên cîhanê îro bi felsefeya Rêber Apo hîn zêdetir bûne yek. Bi vê têkoşînê îro li hemû qadên jiyanê sîstema hevserokatiyê hatiye avakirin, jiyanek azad hatiye afirandin. Herî dawiyê di 6’ê Adarê de Tevgera Yekîtiya Jinên Şoreşger hat îlankirin. Ev pêngaveke bi rûmet e.”
‘JINÊN ŞENGALÊ SEKNA XWE NÎŞAN DA’
Avesta bal kişand ser êrîşên 3’yê Adarê yên ku bi destê dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê li ser Xanesorê pêk hatine, hiştiye ku jin 8’ê Adarê bi xemgîniyek mezin pêşwazî bikin û got: “Jinan amadekariyên mezin kiribûn, lê wana xwestin vê rojê ji jinan re reş bikin. Li hemberî vê yekê sekna jinên Şengalê zelal bû. Sekna dayikên Şengalê ku li ber çeperan li ber xwe ber xwe dan, nîşan dide ku felsefeya azadiyê, felsefeya Rêber Apo li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê belav bûye. Ev seknek pîroz û bi rûmet e.”
Sozdar Avesta xwest ku ev ruha berxwedêr biherike 21’ê Adarê, 4’ê nîsanê û di 16’ê Nîsanê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di sindoqan de tirs û desthilatdarî bê binxistin.
‘BIRYARA ÊRÎŞAN DI SALA 2014’AN DE HATIBÛ GIRTIN’
Têkildarî êrîşên li ser Xanesorê Sozdar Avesta bal kişand ku biryara van êrîşan di cotmeha sala 2014’an de di civîna Lijneya Ewlekariya Netewî (MGK) ya Tirkiyeyê de hatiye girtin û hevdîtinên dawî yên li Enqereyê (hevdîtina Barzanî-Erdogan) jî ev biryar mîsoger kiriye. Avesta anî ziman ku biryar bi armanca pêşîgirtina aştiyê û tunekirina Kurdan hatiye girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo wê pêwîst e berê xwe bidana Tevgera Azadiyê. Bi sekna Rêber Apo ev rewş qasî 6 mehan hat dirêjkirin. Ji Cotmeha 2014’an heta 5’ê nîsana 2015’an Rêber Apo pêşiya wê girt. Lê belê dîtin ku dema Rêber Apo wan bikişîne ser maseyê dê pirsgirêka Kurd çareser bibe û qezencek mezin çêbibe, mirovahî biser bikeve, Rojhilata Navîn ji qeyranê xilas bibe û dîktatorî bin bikeve. Çawa ku piştî şerê cîhanê yê duyemîn bi avakirina Yetîkiya Ewropayê re ronesansek pêş ket, Rêber Apo jî ji pêvajoya 2013’an heta Nîsana 2015’an xwest pêvajoyek wisa ava bike. Lê nehiştin, gotin ‘wê êdî gel biser bikeve û dîktatorî têk biçe.’ Lewma li hev kom bûn û belayek anîn serê gelê Kurdistan û gelên Rojhilata Navîn. Lê ji ber ku biser neketin, taktîkên xwe guhertin. Hevdîtinên li Munîh û Enqereyê ji yek ji vana ye. Peyman hatine îmzekirin ku Tevgera Azadiyê tasfiye bikin û li herêmê serwer bibin.”
ÇIMA ŞENGAL?
Endama Konseya Giştî ya KCK’ê Avesta li ser pirsa çima Şengal wekî hedef hat hilbijartin ev bersiv da: “Ev gelekî girîng e. Biryara Enqereyê biryara faşîzma AKP-MHP’ê ye. Dizanin ku li Rojhilata Navîn êdî gel biser dikevin. Lewma wekî Sedam, Suriye û Misrê wê nikarin biser bikevin. Ji ber vê yekê dixwazin bi hişmendiya faşîzmê serwer bin. Li hemberî van planan li Minbic û Xanesorê berxwedanek mezin hat nîşandan. Di vê berxwedanê de ciwanên Êzdîxanê canê xwe feda kirin. Pêwîst e neyê jibîrkirin ku êrîşên 3’yê Tebaxa 2014’an ne êrîşa DAIŞ’ê bû. Beriya fermanê Barzanî, dewleta Tirk, DAIŞ, Erebîstana Suudî hevdîtin çêkirin. Di van hevdîtinan de xwestin Rojhilata Navîn wekî 3 dewlet perçe bikin. Lewma bajarekî wekî Musilê ku bi milyonan însan tê de ne, di nava çend saetan de girtin. DAIŞ’a ku serê zarokan jêdikir, li avahiya Konsolosiya Tirkiyeyê bi mehan destê xwe neda leşkerên Tirk û hemû piştre teslîm kirin. Bersiva pirsa vê bazarê hîn nehatiye dayîn. Şengal jî wê demê hat bazarkirin. Niha kîjan Êzidî biaxive dibêje ‘em firotin’. Bi êrîşa 2014’an re xwestin dorpêç û bêmirov bikin. Xwestin herêmê ji êzidiyan vala bikin, Kurdan û dîroka wan tune bikin.”
‘ŞERVANÊN AZADIYÊ PÊŞIYA FERMANÊ GIRT’
Sozdar Avesta da zanîn ku şervanên azadiyê pêşiya fermanê girtiye, her wiha di 2 sal û nîvan de serkeftînên mezin hatine bidestxistin, lê heman ferasetê di 3’yê Adara 2017’an de bi rengekî îxanetî û bazarên qirêj dîsa êrîş kirin. Avesta wiha dom kir: “Di sala 2014’an de 15 roj piştî bazarên li Urdunê êrîş kirin. Îsal jî li Munih û Enwereyê li hev kirin û piştî 5 rojan êrîş kirin. Yên ku 3’yê Adarê êrîşî Xanesorê kirin kî bûn? Ew kesên ku ev 5 sal in li hemberî şervanên azadiyê, şervanên Suriyeya demokratîk perwede dikin bûn. Lê belê bêçare man. Berxwedana ku şoreş ava kir, ew asteng kirin. Li Rojava biser neketin, loma gotin em li Şengalê bixin.”
‘ÎXANETÊ LI PÊŞMERGEYAN JÎ DIKIN’
Avesta anî ziman ku yên êrîşî Xanesorê kirine ne pêşmerge ne û wiha dom kir: “Di dema xwe de li Kurdistanê seknek pêşmergeyan hebû, niha jî pêşmergeyên li ber xwe didin û dilsozên welat in, hene. Me dîtin xwe kirin mertal û çûn Qendîlê. Îro jî xwepêşandanan çêdikin. Lê yên niha xwe wekî pêşmerge didin nîşandan, îxanetê li hemberî pêşmergeyan jî dikin. Divê beriya her tiştî pêşmerge li dijî vana derkevin. Yên çûne Xanasora Şengalê çeteyên PDK-AKP û MHP ne. Li kampa Başîka hatine perwerdekirin û kontra ne.”
‘DIXWAZIN ÎRADEYÊ BIŞIKÎNIN’
Sozdar Avesta da zanîn ku Xanesor di sala 2014’an de hat rizgarkirin, cihê meclîsa Êzidiyan e, navenda partî û saziyên wan e, lewma niha tê xwestin ev îrade bê şikandin û wiha pê de çû: “Dibêjin em sînor biparêz in. Lê sînor ev 3 sale ji aliyê şervanên YPG-YPJ’ê ve hatiye rizgarkirin. Sînor nemaye û hemû di destê Kurdan de ye. Çawa ku demekê dewleta Tirk digot ‘ez ê komara Zapê têk bibim’, vana jî heman tişt hesab dikir. Êdî Êzidî xwe birêxistin dikin, di qada navnetewî de behsa xweseriya Şengalê tê kirin. Pêwîst e Êzidîyên Nînova, Tirkmen û Asûrî bên parastin, Nînova weke qadeke bi ewle bê destgirtin. Ev jî felsefeya Rêber Apo ye. Lewma dixwestin bi van êrîşan îradeya derketiye holê bişikînin.”
Avesta bal kişand ku di dema êrîşan de xwestine ku bêjin yên li hemberî wan berxwedanê nîşan didin ne YBŞ/YJŞ ye û PKK anîn rojevê, lê ev jî biser neketiye, loma bi riya çapemeniyê hewldanên reşkirinê dane destpêkirin û got: “Ji bo ku êrîşên wan di raya giştî de neyên dîtin, kameraman û nûcegihan birin. Hemû dert û êşên gelê Şengalê hedef girtin û xwestin hemû tiştî reş nîşan bidin. Çapemenîya Başûrê Kurdistanê wekî çapemeniya qesra Erdogan tevgeriya. Ji heman navendê biryar girtin. Şervanên PKK’ê li hemberî DAIŞ’ê şer dikin. Lewma hesabên êrîşkaran ên li malê û sukê nebûn yek. Derewên wan derketin. Şervanên HPG’ê heval Çekdar û heval Orhan ku xwestin bibin navbeynkar, bûn sembolên aştiyê. Sekna Apoyî vaye.”
‘ÇEKÊN LI HEMBERÎ ÊZÎDIYAN BIKAR ANÎN’
Sozdar Avesta bibîr xist ku PDK’ê di dema êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Şengalê de îdîa kiriye ku çekên wan tunebûne, loma nekarîne şer bikin û raporên cuda dan hêzên navnetewî ku çekan bidin wan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çek girtin, lê çekên Elmanya yên ku koalîsyona navnetewî ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê dabûn wan, îro li dijî gelê Êzidî bikar tînin. Li herderê şervanên azadiyê li hemberî DAIŞ’ê şer dikin. Niha em dipirsin ‘hûn çima li hemberî DAIŞ’ê şer nakin? Çawa ku projeya Erdogan a li Helebê têk çû, wê projeya Barzanî jî li Xanesorê di van çetayan de îflas bike. Pêwîste yên ku çek dane van, di zutirîn demê de dest ji vê nêzîkahiyê berdin. Bila şandeyên bê alî biçin Xanesorê û li cihê pevçûnan lêkolînan bikin ka ev çek yên kîjan dewletan e. Divê gelê me yê Ewropa li pey van çekan bikeve ka ji kîjan dewletê hatine.”
‘BERTEKAN MEZIN BIKIN’
Avesta destnîşan kir ku li hemberî êrîşan li tevahiya Kurdistanê helwestek hêjayî pîrozkirinê hatiye nîşandan û ev tişt anîn ziman: “Mirov ne carekê, hezar caran jî, ji bo vî gelî canê xwe bide jî kêm e. Bi azadiya xwe ve girêdayî ye. Bertekên heya niha girîng in, lê belê divê hîn zêdetir bin. Heta ku ew çete wê xakê terk nekin, pêwîst e ev bertek û têkoşîn bilind bibe.”
‘BÊYÎ PDK JÎ YEKÎTIYA KURDAN DIKARE BÊ ÇÊKIRIN’
Endama Konseya Giştî ya Serokatiya KCK’ê Sozdar Avesta bal kişand ku ev konseptek li hemberî tevahiya Kurdan e û got: “Heman rojê êrîşî Minbicê kirin, Girê Sipî, Xirabe Babê, gundê Talate kirin û hovîtî pêk anîn. Niha li Amed û Dêrsîmê êrîş dikin. Li Ewropayê jî ketine nava helwdanan ku Tevgera Azadiyê bênefes bihêlin. Lewma divê pêşengên gel li mîsyona xwe xwedî derkevin. Gelê me yê Federosyona Suriyê, Efrîn,Hesekê nerazîbûna xwe nîşan da. Gelê Kampa Newroz berê xwe da Çiyayê Şengalê. Van çalakiyan planên çeteyan têk birin. Kî dikare pêşiya wana bigire. Pêwîst e ew çete ji wir bên kişandin. Civaka Êzidî qebûl nake ku çete li wir bimînin. Yên ku zarokên wan di destê çeteyan de ne, vê qebûl nakin. Gel û hêzên demokratîk pêwîst e zanibin ku bi hevgirtina xwe, bi yekîtîya xwe dikarin pêşiya vê bigirin. Helwesta gelê me yê Başûr jî girîng û pîroz e. Çûna wan a Qendîlê, helwesta wan a li hemberî dagirkirina Şengale pîroz e. Lê belê helwesta partiyên siyasi yên wekî YNK û Goran kêm dimîne. Yekitîya Kurdan bêyî PDK’ê jî dikare bê çêkirin. Diyar bû ku yekîtiya Kurdan bi PDK’ê, Mesut Barzanî çênabe. Rêber Apo di salên 2014 û 2015’an de ji Barzanî re name şand û got ‘Bibe serokê kongreya netewî’. Lê Mesut Barzanî ev da milekê û ji xwe re ev re girt. Ji ber vê pêwîst e yên azadîxwaz, partiyên siyasî bi pêşengiya jin û ciwanan xwe rexistin bikin û li hemberî faşîzmê bi sekinin. Îro li dora Şengalê çêkirina zincîra berxwedanê girîng e. Ev berxwedanê berdewam bikin. Bi taybetî divê gelê me yê êzidî li her cihî xwe baştir rêxistin bike. Divê mohra xwe li sedsala 21’an bidin.”