‘Heta ji bo Roboskî edalet pêk neyê, edalet nayê Tirkiye’

Hewldana Ji Bo Roboskiyê Edaletê got: “‘Heta ji bo Roboskî edalet pêk neyê, edalet nayê Tirkiye’ û bal kişand ser xelatkirina qetlîamkeran.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker di 28'e Kanûna 2011'an de li Roboskê bombe barandin. Di êrîşa balafirên TSK'ê de 19 jê zarok 34 gundiyên Roboskê hatin qetilkirin. Hewldana Ji bo Roboskê Edalet, di 107’emîn meha komkujiyê de li Şaxa Komelya Mafên Mirovan (ÎHD) daxuyanî dan.

Li ser navê hewldanê Aktîvîsta Hewldanê Tanju Gunduzalp, daxuyanî da. Gunduzalp anî ziman ku di ser komkujiyê re 3 hezar û 258 roj an jî 107 meh borîn û wiha got: "Li gel ew qas dem derbas bû hêj edaletê cihê xwe nedîtiye. Her tim rêya hiqûqa navxweyî hat girtin. Doz bi bêcezakirinê bi encam bû. Di hemû têkoşîna ji bo hiqûqê de berpirs nehatin cezakirin. Dadgeha Destûra Bingehîn jî di nav de hemû rêyên hiqûqê hatin girtin. Dîsa bi biryara DMME'ê trajediyek nû ya hiqûqê derket holê. Rastiyek heye mirov hatin qetilkirin. Lê ser vê yekê digirin. Her çend ser dozê bigirin û mirovan bê ceza bihêlin jî ev rastî nayê guhertin. Li ser ve axê rêya aştî û edaletê teqez di Roboskê re derbas dibe. Heta edalet neyê Roboskê edalet nayê Tirkiyeyê."