‘Heta daxwazên dayikan neyê bicîh anîn wê aşitî pêk neyê’

Hevşaredarê Serayê Şehabettîn Bîlmez çû serdana Nobeta Edaletê ya li Wanê û got, “Heta daxwazên dayikên me neyên bicîh anîn wê aştî û demokrasiyeke rasteqîn pêk neyê.”

Ji bo berdana girtiyên cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan û girtiyên nexweş, malbatên girtiyan li Baroya Wanê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatan di roja 106’an de jî berdewam kir. Çalakiya îro dayika girtî Botan Tîmûr ku li Girtîgeha Tîpa F a Wanê tê ragirtin Aslihan Tîmûr domand. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Serayê îro çû serdana malbatan.

Di çalakiyê de Hevserokê HDP’a Serayê Seyfettîn Ozsoy anî ziman ku heke gelê kurd bi hev re tevbigere, xwedî hêzeke wisa mezinin ku dikarin mohra xwe li gelek serkeftinan bidin. Ozsoy, anî ziman ku heke gel piştgiriyê bide nobeta malbatan, wê çalakî bi ser keve û wiha domand: “Dewlet çi dike bila bike lê wê nekarî pêşiya kurdan bigire. Gelê kurd wê bi berxwedana xwe teqez bi ser keve.”

Ji Rêveberên HDP’a Wanê Îbrahîm Acar jî bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Birêz Ocalan ev 23 sal in di tecrîdê de ye. Ne birêz Ocalan û ne jî bi hezaran girtiyên siyasî nikarin sûdê ji mafên navxweyî û navneteweyî bigirin. Mixabin ku CPT û saziyên din jî xwe li bêdengiyê datînin. Ne dayikên me û ne jî em wê vê rewşê qebûl nekin.”

Di çalakiyê de her wiha Hevşaredarê Navçeya Serayê Şahabettîn Bîlmez jî axivî û ev tişt anî ziman: “Divê girtiyên nexweş di zûtirin demê de werin berdan û tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî bibe. Banga me ji bo hemû partiyên Tirkiyeyê ye; niha bi xebatên hilbijartinê mijûl in lê daxwazên dayikan paşguh dikin. Heta ku daxwazên dayikên me bi cih neyên, wê tu carî aştî û demokrasî neyê vî welatî. Heta ku rondikên dayikan bibarin, wê tu carî aştî neyê. Di tu qanûnan de nayê qebûlkirin ku girtiyên nexweş di girtîgehê de bên hiştin.”