Hesîb: Desthilata Başûrê Kurdistanê bêrêziyê li xwîna qurbaniyên Enfalê dike

Çalakvanê Sivîl û Nivîskar Hêmin Hesîb qurbaniyên Enfalê bibîr anî û got, "Desthilata Kurdî ya li herêma Kurdistanê bi hewandina tawanbarên jenosîda Kurdan li hemberî xwîna qurbaniyên Enfalê bêrêzî dike."

Çalakvanê Sivîl Hêmin Hesîb têkildarî mijar û rewşa doza Enfalê û jenosîda li Başûrê Kurdistanê li ser Kurdan pêk hatî ji ANF’ê re axivî.

'REJÎMA BAASÊ BI HIŞMENDIYEKE FAŞÎST KURD QIR KIR'

Hesîb bibîr xist ku ji sala 1968’an hetanî sala 2003 ango hilweşîna rejîma Baas a Iraqê çendîn jenosîd li dijî gelê Kurd pêk hatiye û got, "Ew pêla Enfalê jî di çend qonaxên cuda de qewimîn ku ji jenosîda Kurdên Feylî, jenosîdkirina Barzaniyan, Kîmyabarana Helebce û bi saxî binaxkirin û Enfalkirina gelê Kurd pêk tê. Hizba Baas bi armanca avakirina desthilatiya Iraqê ya ji bo malbatekê rejîmeke faşîstî afirand. Perwerdeya hizba Baas perwerdeyeke faşîstî bû û li ser bingehê tekxwazî û dijbertiya hîmên mirovatiyê dihate dayin. Hizba Baas ji destpêka hatina xwe li ser desthilat, hizbek bû ku bi şîdet û darbeyê hatibû ser desthilatiyê û bi zora agir û hesin destpê kir û desthilatî birêve dibir. Di encamê de jî me dît ku çendîn tawanên jenosîdî li dijî Kurd pêk anî."

'BI SIYASETA EREBGERAYÎ KETIN NAV HEWLDANA TINEKIRINA PÊKHATEYAN HEMÛYAN'

Hêmin Hesîb di dewama axaftina xwe de işaret bi sedemên jenosîdkirina gelê Kurd ji aliyê rejîma faşîst a Baasê ve kir û wiha pêde çû; "Ji bo hizba Baas ne girîng bû ku ji bo mayina ser desthilatiyê çi kiryarên dirindane bike, hizba Baas hewl da nasnameya Kurdî tune bike. Her wiha tim bi siyaseta Erebgerayî dixebitî û ji bo tinekirina hemû netewe û pêkhateyên ji derveyî Ereb hewl dida. Di çarçoveya tinekirina pêkhateyên din ên Iraqê de çend sûcên şer û jenosîd ên wek 'sûrgûnkirin, Erebkirin, girtin û kuştin, di dawiyê de jî bi saxî binaxkirin û jenosîda gelê Kurd' pêk anî."

'FAÎLÊN ENFALÊ DU BEŞIN'

Nivîskar û Çalak Hêmin Hesîb bal kişande ser faîlên Enfalê û wiha behsa wan kir; "Faîlên Enfalê li gorî madeya 423'an yasayê tawanbarin ku li gorî biryara dadgeha navneteweyî fermana destgîrkirina wan daye. Faîlên Enfalê du beşin, beşek ji wan caş û şêwirmendin ku hikumeta Baas navê wan kiribû Fewca Xefîfe (Tabûra Sivik), ji bo hikumeta Baas caştî dikirin ku hejmara biryara destgîrkirina faîlên Enfalê yên vê beşê li gorî dadgeha navneteweyî 258 e. Beşa din jî ew efserên payebilind in ku di artêşa Iraqê û hêzên ewlekariya dewletê de bûn û destê wan di proseya jenosîdê de hebû."

'HIKUMETA HERÊMÊ BI HÊCET TAWANBARÊN ENFAL Û JENOSÎDÊ DESTGÎR NAKE'

Hesîb di beşek din a nirxandinên xwe de behsa sedema ne darizandina û destgîr nekirina faîlê Enfalê kir û diyar kir ku desthilatdarên hikumeta herêma Kurdistanê tawanbarin û wiha axaftina xwe domand, "Mixabin desthilatdarên herêma Kurdistanê bi hêceta ku Eniya Kurdistanî sala 1991’an biryara efûya giştî dabû, caş û şêwirmendan destgîr nake. Her çiqasê biryara lêborîna giştî, lêborîneke civakî û siyasî ye, lê nikare bibe lêborîneke yasayî ku tawanbaran ji ceza û biryara dadgehê rizgar bike. Di yasaya tawanan a Iraqê de ku ji bo darizandina fermandeyên Iraqê hatiye damezrandina, di yasayên wê de işaret bi vê yekê hatiye kirin ku biryara azakirina tawanbarên Enfalê betal dibe."

'DESTHILATA KURDÎ LI HEMBERÎ XWÎNA QURBANIYÊN ENFAL Û JENOSÎDÊ BÊRÊZÎ KIRIYE'

Çalakvan Hesîb destnîşan kir ku tawanbarên Enfal û jenosîdê ji aliyê hikumet û desthilatdarên herêma Kurdistanê tên hewandin û got, "Mixabin ya desthilatdarên hikumeta Kurdî li herêma Kurdistanê pêk tînin ango bi hewandina faîlên Enfalê û tawanbarên jenosîda Kurd, li hemberî qurbaniyên Enfal û jenosîdê bêrêzî dike. Ev kiryara desthilatdarên herêmê zirarê dide nasandina doza jenosîdkirina gelê Kurd."

'DESTHILATDARÊN HERÊMA KURDISTANÊ PIR BÊ XEM BÛNE'
Têkildarê astengî û sedemên ne nasandina proseya komkujiya Kurdan weke jenosîd ji aliyê dadgeha tawanan a navnetewî Hesîb ragihand; “Yek ji sedeman eve ku Iraq di dadgeha tawanan ya navnetewî de ne endam e, lê bi bi rengekî sereke welatên Ewropayî ji bo biryara dadgehan dixebitin, mixabin heta niha me hewl daye ku tawanbareke kîmyabarana Helebce li Ewropayê peyda bikin û radestê dadgehê bikin. Daxwaza me eve ku ev doze weke jenosîd bê naskirin. Hikumeta Iraqê jî ji ber ku faîlê wê tawanê ye, lewre ji bo nasandina Enfalê weke jenosîd naxebite. Belku eger ji destê wê bê dijbertiya nasandina Enfalê wek jenosîd jî dike. Hikumeta herêmê li hemberî vê dozê heta astekê bê xem bûye; ne tenê ti hewldanek nedaye, di heman demê ti gavek neavêtiye û tenê rêxistin û çalakvanên Kurd li Ewropayê hewldane ku tawana komkujiya li dijî Kurdan li Ewropayê weke jenosîd bê naskirin.”

'BILA DI MÛZEXANEYEKE NIŞTÎMANÎ DE TAWAN BÊN BELGEKIRIN'

Nivîskar û Çalakê Sivîl Hêmin Hesîb di dawiyê peyamek arasteyê aliyên pêywendîdar kir û got, “Daxwaza min ji nûnerên Kurd ên li Bexdayê eve ku di gotûbêjên xwe de li ser endambûna Iraqê ya di dadgeha tawanê ya navnetewî de bixebitin da ku careke din li Iraqê proseyeke jenosîdê dubare nebe. Pêwîste êdî tawanbarên jenosîdê ji aliyê desthilatdarên herêma Kurdistanê neyên parastin û belgesel û hevdîtinên têkildarê qurbaniyên jenosîdê di mûzexaneyeke niştîmanî li ser asta Kurdistanê de bên arşîvkirin û parastin. Ji bo ku dema şandeyek hat serdana wî cihî bikin.”