Hesen Cûdî: Çareserî bi fikrê Rêber Apo dibe

Nivîskar û Rojnamevan Hesen Cûdî bal kişand ser têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Rêber Apo di nava van 23 salan ên li girtîgehê de dev ji xeyalên xwe berneda, têkoşiya. Lewma jî gel dev ji Ocalan bernade."

Her diçe rol û mîsyona Rêberê Gelê Kurd a ji bo gelê Kurd û gelên cîhanê zêdetir derdikeve û gel zêdetir xwedî lê derdikeve. Nivîskar û Rojnamevan Hesen Cûdî bal li ser vê mijarê û têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF’ê re axivî.

Cûdî bal kişad ser rewşa Kurd a li dîrokê û serhilanên wê û got: “Rêber Apo di nava dîroka mirovayet û Rojhilata Navîn bi taybet li nava dîroka gelê Kurd bûye hîmê esasî yê serîrakirina şoreşa gelê Kurd, pirsa azadiya jin û jiyanê.”

‘GELÊ KURD ROJBÛNA OCALAN ROJBÛNA XWE DIBÎNE’

Rojnamevan Cûdî destnîşan kir ku Gelê Kurd 4’ê Nîsana 1949’an a Rojbûna Rêberê Gelê Kurd e, weke rojbûna xwe dibîne û ev anî ziman: “Rêber Ocalan bi sê qonaxan qala dayikbûna xwe dike û wiha rêz dike:

A yekem dayikbûna asayî weke her kesê. A duyemîn avakirina Partiya Karkerên Kurdistan û Ya sêyemîn jî danîna Pradîgmaya Azadiyê ye.” Cudî da xuyakirin ku dema mirov li xalên jor dinêre dibîne ku dayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne weke dayikbûna her kesê asayî ye, dayikbûna gelekê ye û got: “Ji bo wê gel vê rojê weke roja dayikbûna xwe dizanin.”

Cûdî anî ziman ku Ocalan gelê Kurd ji mirinê rakir, ji tinebûnê rizgar kir û ev tişt anî ziman: “Eger Rêber Apo ev şoreş nekiriba, wê tiştek bi navê Kurdan nemaba, bi taybet li Bakurê Kurdistanê.”

‘NEWROZA ÎSAL BÛYE NEWROZA RÊBER APO’

Nivîskar û Rojnamevan Hesen Cûdî li ser xwedîderketina gel a li Rêberê Gelê Kurd û coşa Newroza îsal jî ev nirxandin kir: “23 sal in bê navber gel xwedî li Rêber Apo derdikeve û wê heta azadiyê xwedî lê derkeve. Bi taybet di Newroza îsal de xwedîderketina gel a li Rêber Apo careke din hate nîşandan. Hemû Newrozên îsal pêşkêşî Rêber Apo kirin. Dîsa pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê a Rojbûna Rêber Apo ye, li her derê hate bi girseyî û heybet hate pîrozkirin.”

‘DEWLET NIKARE RÊBER APO JI CIVAKÊ QUT BIKE’

Gelê Kurd hebûna xwe bi hebûna Rêber Apo dibîne, Çareseriya pirsa Kurd bi Rêber Apo dibînin. Dest berdana ji Rêber Apo tê wateya herikîna xwînê. Eger ev yek pêk were, wê Tirkiye û Rojhilata Navîn bibe gola xwînê.”

‘RÊBER APO DEV JI BERXWEDAN Û XEYALAN BERNEDAYE, GEL JÎ DEV JI WÎ BERNADE’

Dema gel têkoşînê xurtir bike wê bikare pêngavên xurtir û baştir ber bi pêş ve bavêje, Ji ber ku kampanya ‘Dem dema azadiyê ye’ ne kampanyayek asayî ye, belkû pêngaveke stratejîk a gelê Kurd e ku bikare di encamê de Rêber Apo azad bike. Ji ber ku çareseriya pirsa Kurd û dîsa Rojhilata Navîn girêdayî azadiya Rêber Apo ye. Rêber Apo li girtîgehê ti demê dev ji têkoşîn û xeyalên xwe bernedaye, ji bo wê gel jî dev ji Rêberê xwe bernade.”

OCALAN DIKARE ÇARESER BIKE

Cûdî bibîr xist ku cîhan di nava krîz û kaosên kûr de ye û got: “Sîstema cîhanê nikare van krîzan çareser bike. Gelên cîhanê û fîlozof ji bo çareseriya van krîzan ketin nava lêkolînê, herî dawî gihan wê yekê ku ramanê Rêber Apo dikare çareseriyê peyda bike.”
Herî dawî Nivîskar û Rojnamevan Hesen Cûdî got divê demildest dawî li sûcên navneteweyî yên li ser gelê Kurd tê kirin bê dawîkirin û hesab ji berpirsan bê xwestin.