Heşdî El Şabî bajarokê Qeyrewanê kontrol kir

Heşdî El Şabî ragihand, ku wan bajarokê Qeyrewanê kontrol kirine.

Hêzên Heşdî El Şabî, ku çend roj berê dest bi operasyona kontrolkirina bajarokê Qeyrewan ê Şengalê kirin, dan xuyakirin ku wan bajarok kontrol kirine.

Berdevkê Tûgayên Bedir ên ser bi Heşdî El Şabî Hadî El Amrî daxuyaniyek da û got, "Hêzên Heşdî El Şabî, bi piştgiriya hêzên hewayî yên Iraqê îro bajarokê Qeyrewanê kontrol kirine. Her wiha gundên Xinêsî, Um Hamr û Hezyeliş ên ser bi Qeyrewanê jî ji çeteyan hatine paqijkirin."

Heşdî El Şabî, ku hêzeke ji milîsên Şîa pêk tê, berî niha bi 12 rojan dest bi operasyona Qeyrewanê kiribû.