Hêrsa xelkê Silêmaniyê ya li dijî dagirkeriyê kêm nabe

Bi hezaran kesên li Silêmaniyê herikîn qadan, bi dirûşma ‘Rojava ne bi tenê ye, Kurdistan li pişt e’ êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a li ser Rojava protesto kirin.

Li Silêmaniyê careke din bi hezaran kes li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  meşiyan. Meşê li Cadeya Salim destpê kir û heta li ber Baxê Giştî berdewam kir.

Gelek hunermend, rewşenbîr, keyasetên Silêmaniyê, nivîskar, aktîvîst, nûnerên partî û rêxistinan beşdar bibûn. Meş ji aliyê Koma Dengê Şekam ve hate organîzekirin.

Di çalakiyê de dirûşmeyên, 'Bijî berxwedana Rojava', 'Terorîst Erdogan', 'Rojava welatê me ye, xema me hemûyane' û 'Em birça bimrîn, berhemên Tirkî nakirin' berz kirin.

Piştî meşê hunermend, rewşenbîr, nivîskar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl axivîn û banga yekîtiya netewî kir û ev hate gotin: "Divê em hemû di asteke herî xurt de xwedî li Rojava derbikevin."