Herî kêm 17 cenazeyên leşkeran anîn Colemêrgê

Ji leşkerên ku di êrîşên dagirkeriyê de li Başûrê Kurdistanê hatin kuştin, cenazeyên 17 ji wan anîn Colemêrgê.

Wezareta Parastinê ya Tirk di daxuyaniyên 25 û 26'ê Mijdarê de tenê li kuştina 5 leşkeran mikur hatibû. Wezaretê her wiha îdîa kiribû ku 3 cerdevan jî ji ber birûskê birîndar bûne û yek ji wan piştre miriye.

Lê belê li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê, rojên dawî herî kêm 17 cenaze anîn nexweşxaneyên li Colemêrgê û navçeyên wê.

Hate ragihandin ku cenazeyên hin leşkeran jî ji balafirgeha Geverê bi balafirên kargo ji bajarên cuda re hatine şandin.

Li gorî agahiyan, herî kêm 11 leşker û cerdevanên di şer de birîndar bûn li Çelê li Nexweşxaneya Sahra ya Serê Sêvê û li Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê ne.

Hate ragihandin ku cerdevanek û 3 leşkerên bi giranî birîndar bûne jî birine Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Wanê.

Her wiha tê gotin, leşkerên payebilind ên li qereqol û baregehên leşkerî yên li ser sînor dest danîne ser telefonên dîjîtal.

Li gund û deverên nêzî qada şer, ji doh êvarê ve elektrîk hatiye birîn. Her wiha înternet jî giran bûye.