'Biryara derxistina hêzên biyanî divê ji bo Tirkiyeyê jî derbas bibe'

"Biryara derxistina hêzên biyanî ji Iraqê divê ne tenê ji bo DYE'yê be, her wiha ji bo Tirkiyeyê jî derbasdar be."

Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê Rêveberiya Xweser a Şengalê Faris Herbo derbarê bûyerên dawî yên li Iraqê diyar kir ku lîstikên mezin li ser Iraqê tên plankirin. Herbo got, “Heke hemû alî û enî li ser yekbûn û giyana niştimanî ya Iraqê xwedî li Iraqê dernekeve wê ev şer û nakokiyên hêzên hegemon nakokiyên li Iraqê kûrtir bikin û Iraqê ber bi parçebûn û hilweşînê ve bibin.”

Herbo di serî de aloziya Iraqê, raperînên gel, kuştina generalên Îranî hwd. gelek mijarên girîng ji ajansa me re nirxandin.

'LI IRAQÊ PÊVAJOYA 2’EMÎN BIHARA EREBAN PÊK TÊ'

Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê Rêveberiya Xweser a Şengalê Faris Herbo di derbarê qeyran û aloziyên li Iraqê de diyar kir ku pêvajoya weke ‘bihara Ereban’ tê binavkirin, bi xwepêşandanên Bexdayê re ketiye qonaxeke nû. Herbo got, “Herêm ketiye qonax û pêvajoyeke nû. Sala 2011’an bi pêvajoya ‘Bihara Ereban’ hatî pênasekirin, gelên welatên Ereban bi armanca guhertin û demokratîkbûna pergala dewlet û desthilatdariyê rabûn serhildanê. Bêguman dewletên hegemon jî dest avêtin van raperînan. Lewma ev hêz dixwazin vê erdnîgariyê ber bi pergaleke nû ve bibin, tê de guhertinên li gorî xwe çêbikin.

Yek ji van welatan ku sala 2011’an rastî destwerdanê hatî û bûyî qada serhildan û raperînan, Iraq bû. Bêguman li Tunus, Lîbya, Misir û hwd. jî raperînên gel çêbû, lê belê herî dawî ev pêvajo şemitî Sûriyê û aloziyê herî zêde jî li vê derê dewam kir. Bi salan li xaka Sûriyê çalakî û raperînên gel domiyan. Bêyî ku ev çalakî encama dihat xwestin bi dest bixin, şêwaz guhert û ket qonaxeke nû.

Ji sala 2011’an heta 2019’an bi dawîlêanîna xilafeta DAÎŞ’ê ji komên çete yên weke El Nûsra, OSO, Cehşî Hur, Artêşa Neteweyî hwd. bi destên komên çete yên avakirî xwestin herêmê kontrol bikin û li gorî xwe pergalekî bidinê. Lê belê bi pêşengiyan hêzên QSD’ê berxwedanên gel nehişt ku ev armancên wan pêk bên.

Em dikarin bêjin ku bi sala 2020’î re ‘Duyemîn Bihara Ereban’ dîsa destpê kir. Bihara Ereban a yekemîn ku li Iraqê destpê kiribû û ji wir jî derbasî Sûriyê bibû. Piştre jî bi pêvajoya DAÎŞ’ê re bi ser neketibû. Lewre dikare bê gotin, dawiya 2019’an destpêka 2020’î Bihara Ereban a duyemîn dîsa destpê kir û her ku diçe gurtir dibe. Li gorî rewşa niha jî navenda vê tevgerê Bexda ye. Di heman demê de wisa diyar e ku bi giranî bandora xwe li Libya û Yemênê kiriye û li van welatan pêş dikeve.”

BI KUŞTINA EL MUHENDIS RE ROJEV GUHERÎ Û LI SER DAXWAZÊN GEL HAT GIRTIN’

Herbo bal kişand ser kuştina generalê Îranî Qasim Silêmanî û fermandarê Haşdî Şabî Ebû Mehdî El Muhendis ku ji aliyê DYE’yê ve hatibû kuştin û diyar kir ku bi kuştina El muhendis re li ser daxwazên gelê Iraqê yên guhertin azadî û aramiyê hat girtin û rojev hat guhertin. Herbo got, “Bêguman ev raperîn û çalakiyên gel ên diqewimin, wê bandora xwe li ser tevahiya gel û herêmê çêbike. Nexasim bi kuştina generalê Îranî li Iraqê re rojev hat guhertin. Raperînên gel ên Iraqê ku navenda wan Bexda bû, bi mehan e didomiya û bibû sedama bi sedan kuştî û bi hezaran birîndaran, bi vê bûyerê re sekinîn. Tevahiya rojeva Iraqê bi giranî bû mijara kuştina El muhendis. Ango daxwazên gelê Iraqê halê hazir di nav şer û nakokiyên DYE û Îranê de winda bûne.

Li gorî nêrîna me piştî kuştina El muhendîsî wê şerê alî û eniyan li Iraqê zêdetir û kûrtir be. Lewma niha aloziyeke kûr a siyasî, leşkerî û îdarî heye; Kurd û Sunnî beşdarî xebatên parlementoyê nabin. Parlamento tenê ji aliyê beşeke Şîa ve tê rêvebirin. Ev jî nîşan didin ku wê cihêkarî û nakokiya eniyan li Iraqê kûrtir be. Di vê mijarê de jî guman ew e ku wê dîsa gel û civak bibe qurbanî û daxwazên wan li ber çav neyên girtin.”

‘LI IRAQÊ HUKUMET Û RÊVEBERIYA DEWLETÊ NÎNE’

Lewma wisa diyar e ku sala em tê de wê saleke têr û tijî derbas be. Niha Iraq bê rêveberî ye. hukumet nîne, serokwezîr nîne, îstîfa kiriye. Bi îstîfaya serokwezîr re hukumet hemû ji kar dikeve. Lê belê tevî ku li ser mueyîdeyên qanûnî, rê û rêbazên qanûnî re gelek dem derbas bûye jî hê nediyarî didome. Dîsa serok-komar îstîfaya xwe pêşkêşî meclîsê kiribû, lê belê ev pêvajo niha di çi qonaxê de ye nayê zanîn. Lê belê sedî sed diyar e ku nîqaş û rojeva van derdoran, berjewendiyên wan ên takekesî û teng in; mijar û berjewendiyên giştî yên Iraq û civakê nîn in, parastina welatê Iraqê nîn e. Lewre wiha biçe wê ewlehiya Iraqê bikeve metirsiyê; dewlet û desthilatdarên xêrnexwaz ên cîranên Iraqê wê vê valatiyê weke fersend ji xwe re bibînin û destê xwe dirêjî nav xaka Iraqê bikin û tevlîheviyan derînin.”

‘DIVÊ BIRYARA DERXISTINA HÊZÊN BIYANÎ NE TENÊ JI BO DYE’YÊ JI BO TİRKIYÊ JÎ BE’

Herbo bal kişand ser biryara Iraqê di derbarê derxistina hêzên biyanî de girtî û diyar kir ku divê ev biryar ne ji bo dewlet, an jî hêzekî tenê be divê ji bo tevahiya hêzên biyanî yên ketî xaka Iraqê derbasdar be. Herbo wiha pêde çû: “Niha Iraqê biryarek girt ku hêzên biyanî ji Iraqê derkevin. Gelo ev biryar tenê ji bo DYE’yê, ye yan ji bo her kesî ye? Heke ev biryar ji bo giştî be, ne tenê hêzên DYE’yê, gelek hêzên leşkerî yên Tirk jî li Iraqê hene. Bi dehan baregeh û navendên dewleta Tirk ên leşkerî û sîxurî li Iraq û herêma Kurdistanê hene û kar dikin. Gelo derxistina hêzên Tirk ji xaka Iraqê jî di rojeva Iraqê de heye yan na? Ev metirsiyeke mezin e û di parlamena Iraqê de ev mijar nayê nîqaşkirin. Ango di rojên dawî de birayarên ji aliyê Iraqê ve hatî girtin, birayarên ku berjewendiyên giştî Iraqê li ber çav digirin nînin. Ev biryar ne ya tevahiya Iraqê ye, ya beşekî ye. Ev biryara ji bo derxistina hêzên DYE, an jî Opozîsyonê, ne biryara gelê Iraqê ye. Ji bo wê niha gelê Iraqê derdikeve kolanan û dibêje parlamen nûnertiya me nake. Lewma ji niha û pêde Iraq wê bikeve kîjan qonaxê, bi rastî ne diyar e.

Hêj gelek qadên bazirganî, aborî û hwd yên biyanî li Iraqê hene. Mînak beriya niha dewletên weke Rûsya, Çîn hwd ji aliyê aborî û bazirganî de gelek peyman û lihevkirin bi Iraqê re çêkiribûn. Ji aliyê siyasî, aborî, jeo-stratejîk ve Iraq xwedî ciheke taybet e. Lewre di van demên dawî de peyman û bazarên van dewletan bi Iraqê re çêkirî dibe ku zora DYE’yê biribe. Lewre DYE dixwaze Iraq di destê wê tenê de be.”

‘DI VÊ ALOZIYÊ DE DIVÊ ÊZIDÎ TIFAQA XWE XURTIR BIKIN Û KU BIKARIBIN XWE JI METIRSIYAN BIPARÊZIN’

Herbo herî dawî ev got: “Bêguman em jî weke civaka Êzidî, di vê xaka Iraqê de dijîn. Ev metirsiyên heyî bandor li tevahiya gelên Iraqê dike. Em Êzidî jî xwedî çand, doz û dîrokeke kevnar in. Li ser civaka me ya Êzidî jenosîd-ferman çêbûn. Lewre divê em weke civaka Êzidî, tifaqa xwe çêbikin, xwedî doza xwe derkevin. Nexwe em ê di nava van şer, pevçûn, nakokî û berjewendiyên wan de winda bibin. Divê em li pey rojev û polîtîkayên desthilatdaran nemeşin, li pey doza xwe bimeşin.

Her wiha divê her kesê li Iraqê dijî yên xwedî hest û bihistiyariyên niştimanî, divê bi hişyarî tevbigerin ku Iraq nebe qadeke lîstok, polîtîka û berjewendiyên ku hêzên derveyî hespê xwe li ser bibezînin. Em weke civaka Êzidî bi yekbûn û yekîtiya gelê Iraqê re ne, bi parastina sînorên Iraqê û nirxên niştimanî re ne. Iraq ya tevahiya gelên Iraqê ye; ya tevahî ol, bawerî, çand û kevneşopiyan e. Lewma divê her kes wisa nêz bibe. Heke her kes ji xwe re û li gorî xwe nêz bibe, wê Iraq ber bi parçebûn û hilweşînê ve biçe. Lewma erkeke sereke ye ku her kes xwedî sînorê Iraqê derkeve û yekparebûnê biparêze. Lewre em dibêjin ku divê Iraq bibe federal da ku her kes bi reng, çand û vîna xwe û bi xweseriyên erdnîgariya xwe bi awayekî azad tê de bijî. Ancax Iraq bi vî awayî ji vê qeyran û aloziya heyî derkeve. Heke wiha nebe wê hêzên xêrnexwaz Iraqê ber bi şerekî mezin ve bibin.”