Her ku serkeftin nêzîk dibe HDP hevdîtinên bi gel re didomîne

Ji dengdayina referandûmê re du roj mayî, HDP hevdîtinên xwe yên bi gel re didomîne. Di hevdîtinan de bang li gel hate kirin ku xwedî li sindoqan derkevin, her wiha deng bidin dengê girtiyên di greva birçîbûnê de.

Xebatên ‘NA‘ yên HDP, HDK, DBP û TJA’yê li gelek bajaran dewam dike.

MÊRDÎN
Li navçeya Artûkluya Mêrdînê jî Parlementerê HDP’ê yê bajêr Mithat Sancar bi komeke HDP û DBP’î re çû serdana gel û esnafan. Di serdanê de bi esnafan re qehwe hat vexwarin û Parlementer Sancar sedemên “Na”yê vegotin. Sancar ê bi eleqeyek mezin hat pêşwazîkirin bi kurdî, erebî û tirkî bangawaziya “Na”yê li gel kir.

Platforma Jinên Mêrdînê jî li Parka Karayolûyê stand vekirin û belavokên ‘NA‘ belavkirin. Jinan ji bo welatiyên derdor wê çima bêjin ‘NA‘ gotin.

ŞIRNAK

Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Şirnexê bi komeke ku Parlementerê HDP’ê ya bajêr Aycan Îrmez jî heyî re çûn serdana esnafên bajêr. Di serdana ku belavokên “Na”yê hatin belavkirin de esnafên sûka Sanayiyê li ser tengasiyên dikişînin sekinîn. Esnafên ku kêfxweşiya xwe anîn ziman destnîşan kirin ku dê biçin ser sindogan û banga dengdayîna “Na”yê kirin. 

AMED

Di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên HDP’ê de li navçeya Peyîzava ya Amedê li semta 75’emîn Yolê li hev kom bûn, bi hinceta ‘ewlekariyê‘ tûra nav bajêr hate betalkirin. Li ser betalkirina tûra nav bajarê ji parlementerên HDP’ê Feleknas Ûca, Îbrahîm Ayhan, Dîlek Ocalan, Mehmet Alî Aslan, hevserokên HDP’ê û DBP’ê li gel hev dikandar ziyaret kirin. Heyeta ku li semta Ofîs a navçeya Yenîşehîr û meşa li navçeya Rezanê bi gel re civiya, ji bo mîtînga fînalê ya ku wê sibehê li Qada Îstasyonê bê lidarxistin, dema ku belavok belavdikirin banga beşdariyê kirin. Parlementerên HDP’ê yên ku di tevahiya meşê de dirûşmên “NA“ qîr kirin coşek mezin da gel.

Her wiha li ser rêya ku belavok belav dikirin ciwan û wekîlên HDP’ê govend gerandin û tilîlî dan.

STENBOL

Li Stenbolê HDP di çarçoveya xebatên referandûmê de li Parka Esneyûrt a  Gazîlerê mîtînga ‘NA‘ lidar xistin. Li qada şahiyê ya ku alên ‘NA‘bi renga reng ên bi Kurdî û Tirkî xemilî, pankartên “Na wê ciwan bi ser bikevin“, “Na em ê hemû bi ser bikevin“ û “Xwedî li sindoqan derkevin, bêje NA“ hatin daliqandin. Wêneyên Hevserokên Giştî yên HDP’ê Salahattîn Dermîtaş û Fîgen Yuksekdag li  her derê bûn. Hevserokê HDP’ê yê Mûşê Mûstefa Avcî û Serokwekîla Meclîsa HDP’ê û Parlemetera Stenbolê Pervîn Bûldan û rêveberên PM’ê weke beşdarvan beşdarî şahiyê bûn, jinên ku bi cilên neteweyî yên renga reng û ji heft salî heta heftê salî welatiyên Esenyûrtê beşdarî kiribûn.

Di mîtînga girtiyên ev 59 roj in greva birçîbûnê de ne hatin bibîrxistin û dirûşmên “Berxwedana Zindana Rûmeta Me ne“ û “Na“ qîr kirin.

Şahî bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên ku di têkoşîna şoreşê de jiyana xwe ji dest dabûn ve destpê kir, piştre jî Xanemîr bi dengê xwe û stranan ve coş domand.

‘XWEDÎ LI SINDOQAN DERKEVIN‘

Di mîtîngê de ewilê Endama MYK’ê ya HDP’ê Gulsûm Agaoglû axivî û got: “Min silavên Figen Yuksekdag ji bo we aniye.“ Agaoglû wiha got: “Em ji destûra bingehîn a ku Kurdan, jinan û zarokan tine dibîne re dibêjin Na.“ Piştre jî Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Mûstefa Avci jî got: “Em ji bo kesên ku bendena xwe dane ber mirinê deqeyek bêdeng bibin da ku rewşa wan fêm bikin. Berxwedana wan berxwedana me ye.“

‘WÊ JIN, CIWAN Û GIRTIYÊN AZADIYÊ BI SER BIKEVIN‘

Herî dawî jî parlemtera HDP’ê ya Stenbolê Pervîn Bûldan axivî û got:“Ji niha ve serkeftina we pîroz be. Wê roja Yekşemê siberoja Tirkiyeyê bê dengdan. Wê roja yekşemê jin, ciwan û girtiyên azadiyê bê dengdan.“

Anayasa taslağının Türkiye’ye bir faydasının olmadığını ifade eden Buldan, “Bu taslak içerisinde Kürtleri, kadınları, farklı inançları ilgilendiren bir madde yok. Erdoğan’ın getireceği bir tek şey var, o da idam. Referandum ‘Evet’ ile sonuçlanırsa idam getireceğim’ diyor. İşte Türkiye halklarına getireceği tek şey ölümler. MHP ile ittifak yapmayı tercih ettiler. Bunun sonucuna katlanacaklar. Bunun sonucu Pazar günü onları sandıklara gömmek olacak” diye belirtti. Kürtlerin ilk defa zulüm politikaları ile karşılaşmadığını söyleyen Buldan, Kürtler ne Tansu Çiller’e, ne Kenan Evren’e itaat etmedi. Erdoğan önünde de boyun eğmeyecektir. Kürtler ödenen bedellerde bile diz çökmedi. Başarı bizimdir. Şimdiden hayırlı olsun” dedi. Kürtlerin AK Parti ve MHP ittifakının savaş politikalarına ‘Hayır’ dediğini hatırlatan Buldan, “Kocaman bir ‘Hayır’la geleceğimizi yazıp belirleyeceğiz” dedi.

OCALAN HATE SILAVKIRIN

Bûldan a ku bal kişand ser greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan hatiye destpêkirin, bang li Wezîrê Edaletê hate kirin û got:“Eger ku hûn guh nedin daxwazên wan ji mirinên li girtîgehan derkevin hûn berpirsyarin. Ev nêzî du sal in ti hevdîtin bi Ocalan re pêk nehatiye. Ez weke endama heyeta Îmralî herî dawî di 5’ê Nîsana 2015’an de me hevdîtin pêk anî û piştî wê û şûnde hevdîtin û diyalog qût bûne. Em ji jiyana wî bi fikar in. Ocalan ew kese ku gelê Kurd weke vîna xwe dibîne ye. Ji bo vê bi lezgîn divê tecrîda li ser Ocalan bê şikandin û dawî li binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bê anîn. Em bibin dengên hevalên xwe yên li girtîgehan.

Bûldan herî dawî bang li gelê Esenyûrtê kir û got:“Kesên li vir beriya biçin malên xwe bila kesên ku dibêjin ‘erê‘ qane bike. Ji niha de dixwazin migîniya serkeftina roja Yekşemê bidin. Neyên provakasyonan, divê em xwedî li sindoqên xwe derkevin.“

Mîtîng bi stranên Ferhat Tunç û Marvan Tan û gerandina govendê ve bi dawî bû.