Her ku diçe rewşa tenduristiyê ya Yagiz giran dibe

Rewşa tenduristiyê ya Nasir Yagiz ku ev 109 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye, her roja diçe giran dibe.

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Hewlêrê ya Endamê Partiya Demokratîk a Gelan Nasir Yagiz di roja 109’an de bi biryadarî didome.

Serêşî, sergêjînekî bi Yagiz re zêde bûye, her wiha dilê wî geh pir lêdixe geh kêm, bi xweşî nikar rakeve. Herî pir êşa serî zorê li Yagiz dike.

Yagiz bi dehan kîlo li xwe kêm kiriye, bêyî alîkariya hevalên xwe nikare rabe û rûne. Piranî dirêjkirî ye. Hevalên wî yên di grevê de alîkariyê pê re dikin û kêm jî wî be wî li ser xwe digerînin.

Yagiz ev 109 roj in bi vîne mezin bi biryardarî çalakiya xwe didomîne. Yagiz, ê ku her roj dihele, dibêje heta ku tecrîd neqede ew ê çalakiya xwe bidomîne.