Her çîroka li Kurdistanê rastiyeke dîrokê ye

Rêberê berxwedana Dersimê Seyît Riza û hevalên wî, beriya niha bi 80 salan di 15'ê Mijdarê de hatin darvekirin.

Îsal di salvegera 80. de careke din bîranîn tên lidarxistin. Di şexsê Seyît Riza de hemû şehîdên Dersimê, şoreşger û hevrêyên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim.

Her salvegera darvekirina rêberê berxwedana Dersimê Seyît Riza di heman demê de salvegera bîranîn û êşê ye. Di her 15'ê Mijdarê de bîranîn û êş teze dibin. Em hewl didin bi têkoşîna azadiyê ya îro re birînên xwe bipêçin. Bîranînên me her carê zêde dibin û xwe tînin bîra me. Bîranîn, sir û êşên me ên xwe li dil û mejiyê me veşartî ne, ji nû ve derdikevin holê. Bi gotina 'jibîrkirina xiyanet e'...

Dema ku pîrka min qala bûyerên qewimîn dikir, em zarok li dora wê diciviyan û mîna ku li tiştekî ji cîhaneke din, ji gerstêrekeke din guhdarî dikin me guh dida wê. Dilê me yê zarokatiyê ji me re digot, 'nepêkane ku mirov tiştekî bi vî rengî bîne serê me'. Lê gotinên ku me dixwest 'çîrok' bin, me dît ku bi demê re di dil û mejiyê me de bi cih bûne.

"Mêran rahiştin çekê û berê xwe dan çiyê. Em jin û extiyar ma bûn li gund. Hatin em jin, extiyar û zarok hemû kom kirin û piştî meşa du rojan wê bi bibira Nazimiyê û li wir gule li me bireşanda. Zarokeke keç a biçûk jî di nava me de bû, ku malbata wê bi temamî hatibû kuştin û ji wan tenê ew ma bû. Zeviyê genim şîn bûbû. Dema ku em di nava zeviyan de dimeşiyan, yekê ji guhê keça biçûk re tiştek digot. Digot, 'dema te firsend dît bireve, xwe di nava zeviyên genim de veşêre'.

Keça biçûk firsend dîtibû û reviya bû. Karwan wexteke din jî meşiya û dema hat jimartin, hat fêhmkirin keça biçûk ne di nav de ye. Ferman hatibû dayin. Wê yek jî sax nemîne. Wê Kurdên Dersimî ji kokê ve bên tinekirin, bên qirkirin û ji bo careke din nikaribin li ber xwe bidin wê tedbîr werin girtin. Li gorî vê fermanê diviyabû yek jî nefilitiya. Karwan hate sekinandin, piştî lêgerîna demeke dirêj zaroka keç dîtin. Lê di vê navberê de karwana me ji ber deregmayinê dem bidestxistibû. Em birin Nazimiyeyê, xistin rêzê û bi dorê dest danîn ser hemû zêr û zîvên me, eşyayên me. Bi dorê av dida me hemûyan. Xezûrê min ê ku heta wê wextê ji bo gule lê bê reşandin bi me re anîn, çûka 'Helî' dît a ji çiyayê Sulbusê bi hewa ket û heta Nazimiye bi me re firiya. Ji min re digot 'keça min, Xizir bi me re ye, netirse wê alîkariyê bide me, wê me rizgar bike'.

Heta kêliya dawî jî ji pîrozmendiyên xwe bawer bû. Em xistin rêzê û av bi me dan vexwarin. Ji bo em mîna Huseyîn şehîd nebin. Min digot, 'ka li ku ma Xizir, êdî nikare bi hawara me ve bê'. Av vexwarin hê dewam dikir, ji dûr ve aleke spî û qîrînek bi gotina 'efû, efû, efû derket' hat. Û dev jê berdan ku me îdam bikin. Em li gundê xwe vegeriyan.

Lê min ew roj qet ji bîr nekir û di dilê xwe de veşart. Gelek carna mîna birînekê der dibe û li min welê tê ku eger qalê bikim ez ê bimirim." Belê! ew çîroka me bû. 

Ya ku em li bendê bûn ku çîrok be, di demeke kin de em pê hesiyan ku rastiya bi serê me hemûyan hatiye. Û niha yên mîna wê bi rengekî zindî bi serê me ve tên. Yên îro tên kirin, weke dewama yên wê wextê hatine kirin e. Yên ku wê wextê Rêber, bav û dayikên xwe ji dest dan zarok bûn. Îro jî dê û bav in. Wê wextê zarokan li dê û bavên xwe yên winda digeriyan, îro jî dê û bav li gorên zarokên xwe digerin. Zarokên ku ewladên xwe dibînin û defin dikin, li ber serê gora wan nobedê digirin. Dest ji gorên ewladên wan jî bernadin û her roj êrîşî gorên şoreşgeran dikin, xera dikin.

Yên ku wê wextê bi serê Dersimê ve anîn û yên di serdema îro de li Helebce, Roboskî, Şengal, Kobanê û herî dawî li Kerkûkê bi serê Kurdan ve anîn, yek e. Polîtîkaya qirkirinê ya li ser bingeha plana Şark Islahat hate meşandin, îro jî bi heman rengî didome. Em gelê Kurd, gelên bindest û jin divê ne tenê êşên xwe bi bîr bînin. Divê em bi xwe rêxistinkirinê, bi berxwedana ji bo bidestxistina mafên xwe û geşkirina têkoşînê dikarin birînên xwe bipêçin.

Eger di dema xwe de me têkoşîna berxwedana Dersimê baş fêhm kiribûna, dersa pêwîst jê derxistibûna û li dijî qirkirinê bi hevgirtî têbikoşiyan, bûyerên îro bi serê me ve tînin, wê dubare nebûna. Em Kurd, jin, sosyalîst û hemû gelên bindest bi pitşevaniyeke xurt û rêxistinbûnê dikarin pêşî li qirkirin û komkujiyan bigirin. Weke gel, jin û mirovên azad û wekhev dikarin paşeroja xwe diyar bikin û xwe bi rê ve bibin. Di serî de li Seyît Riza bi awayekî rast dikarin xwedî li hemû nirxên xwe derkevin. Gef, êrîş û tecrîda di roja îro de jî li dijî Rêber û lîderên gelê Kurd tên meşandin, di şexsê Rêber Apo de xwe dide der. Çawa ku hemû êşên hatine kişandin çîrok nînin, lê rastiya dîrokê bi xwe ne, rojên azad ên bên jiyîn jî xeyal nînin, wê werin avakirin. Ji ber vê yekê, rabûna li ber êrîşên li dijî Rêber Apo ku afirîner û parêzvanê rastiyê ye, wezîfeyeke neteweyî, civakî û însanî ye.