Heqê rê yê Wan-Colemêrgê ji sedî 100 zêde bû

Heqê rê yê Wan-Colemêgê di nava çar mehan de sê caran zêde bû. Bilêta ku bi 50 TL bû, niha bûye 100 TL.

Heqê rê yê navbera Wan-Colemêrgê careke din zêde bû.

Li gorî vê yekê buhayê bilêta Colemêrg, Gever û Şemzînanê ji 50 TL'î bû 100 TL; buhayê bilêta Çelê ji 100 TL'î bû 130 TL, buhayê bilêta Yenîkopru ji 50 TL bû 60 TL, ya Karasû ji 40 TL bû 50 TL, ya Elbakê û Bableşînê ji 30 TL bû 40 TL.

Her wiha qeyûman jî bilêta çûn û hatina nava bajêr jî zêde kir. Li gorî vê yekê bilêtek ji 2.5 TL'î bû 5 TL.

Bihabûna bilêtan li Colemêrg û Wanê bû cihê nerazîbûnê. Azat Çelîk bi bîr xist ku mirov bêkar û xizanin, lewma bihabûna bilêtan wê jiyanê li wan girantir bike.