Hêlîna li hundirê hêlînê

Çiya dibêje, "Em bi rengekî bê dawî hurmetê nîşanî hemû zindî û gihayên li nava xwezayê didin". Li gel van agahî û tecrûbeyên Çiya, em hînî sira çûkên biçûk ên stargeha gerîla ji xwe re hêlînê çêdikin, dibin.

Li çiyayên Kurdistanê, temaşekirina li rojê tiştekî gelekî cuda ye. Ji bo silavê bide darê, kulîlkan, gêrîkan, penpenîkan û avê, roj hêdî hêdî hiltê. Li roja ku mizgîn e ji rojeke nû re û li coşa çûkan temaşe dikim. Piştî çend kêliyan berê xwe didin cihê ez lê me. Çûkên ku ez bi kêfxweşî li benda wan bûm, kengî ez dîtin, firiyan û çûn. Çar-pênc caran hatin û çûn. Gelo dixwestin qala tiştekî bikin, ya jî agahiyekê bidin.

Min ev rewş ji gerîla Çiya pirsî. Wê jî got, "Dibe ku çûkan xwestiye ji te re bêje, 'Li ser serê te hêlîna me heye; em hatin wê çêbikin'. Li ser deriyê stargeha gerîla, du çûk hêlînê çêdikin. Hê nû çêdikin. Xuya ye ji bo wê hatine. Dema te dît jî vegeriyane. Were ez hêlînê nîşanî te bidim."

Min gelek hêlînên çûkan dîtibû, lê cara yekemîn e ku hêlîneke ku ji heriyê tê çêkirin dibînim. Min xwest dest bidimê û hîn bibim bê çawa tê çêkirin. Dema ku min destê xwe dirêjî hêlînê kir, gerîla Çiya got, "Eger tu dest bidê û ew çûk bi vê bihesin, dibe ku careke din li vê hêlînê venegerin." Bi vî rengî nehişt ez destê xwe bidimê.

TEVAHIYA ROJÊ MIN LI WAN TEMAŞE KIR BÊ ÇAWA HÊLÎNA XWE ÇÊDIKIN

Çûkên biçûk ên danê sibehê dest bi karê xwe kirin, hatin. Ewilî çûkek hat, piştî ku li derdora xwe geriya, xwe li nava hêlînê danî. Ji nava hêlînê jî derdor kontrol kir. Dema ku ji derdora xwe piştast bû, heriya di nava nikilê xwe de derxist û bi cihekî ve zeliqand. Di heman kêliyê de çûka din jî hat. Piştî ku ew jî li derdorê geriya li nava hêlînê danî. Piştî çûka destpêkê, ya din dest bi seyandina hêlîna xwe kir. Ev kar tevahiya rojê kirin. Bi hev re dihatin. Tenê di dema seyandinê de gava yekê herî ji nava nikilê xwe derdixist û bi hêlînê ve diseyand, ya din li derdorê dinerî, kontrol dikir. Di nava rojê de ev karê xwe bê navber kirin.

Bi rojane ez li çêkirina vê hêlîna bi heybet temaşe dikim. Gerîla Çiya got, "Bi vî rengî dewam bikin, wê di nava hefteyekê de hêlîna xwe çêbikin." Min jê pirsî, "Bêguman. Lê tiştekî meraq dikim. Ev mêvanên we li der devê stargeha we hêlînê ji xwe re çêdikin. Dema we dibîne difirin. Nikarin bikevin nava hêlînê. Wê ji niha û pê ve çawa be?"

HER ZINDÎ XWEDÎ MAFÊ JIYANÊ YE

Gerîla Çiya bi rûkenî bal kişand ser hemû zindiyên li nava xwezayê û yek bi yek qalê kir: "Li van binere, em bi hemûyan re bi hev re dijîn. Di dema meşê de ji bo em pê li gêrîkan nekin, em bi baldarî dimeşin. Ev yek ji bo me gelekî girîng e. Ev yek carna gêrîk be, carna jî mar, mişk, dûpişk, moz e. Yanî ji bo hemû zindiyên ku mirov bi zerar dibînin, derbas dibe. Ji bo giha jî. Li gorî felsefeya me ya jiyanê, mafê her zindî yê xwezayê ye ku bijî. Ne bi destê hinekan, divê bi ecela xwe bimirin. Ji ber ku bîr û baweriya me bi vî rengî ye, em heta dawiyê hurmetê nîşanî hemû zindiyên li nava xwezayê dibin. Ya rast, ahengiya li van çiyan, sira jiyana li vir, ev e.

HER KU ME NAS BIKIN, WÊ HÎN BIBIN

Ev çûkên biçûk ên li stargeha me ji xwe re hêlînê çêdikin, normal e ku ditirsin. Lê belê bi demê re wê hînî me bibin. Dema ku dîtin em zerarê nadin wan, li şûna ku ji ber devê derî vegerin, wê werin xwe li ser milê me deynin. Ya ku em ê niha bikin, bi xêrhatina wan e. Em ê bikin ku ji me netirsin."