Hêlîn Umît: AKP-MHP desthilatdariya herî sûcdar a Tirkiyeyê ye

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît diyar kir ku rejîma faşîst a AKP û MHP’ê bi plana çokdanînê re netewe-dewleta Tirk ber bi hilweşandinê dibe.

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Helîn Umît derbarê geşedanên siyasî yên di rojeva Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pirsên ANF’ê bersivand.

Umît derbarê peymana Lozanê ya ku di 24’ê Tîrmeha 1923’an de hatibû îmzekirin û Kurdistan kiribû çar parçe diyar kir ku welat û gelê herî kevn ê dîrokê li gorî berjewendiyên pergala kapîtalîst hatiye parçekirin û got “Em gihiştine dawiya vê pêvajoya zilma 98 salî. Peymana di 24’ê Tîrmeha 1923’an de ya ku pêşiya qirkirinekê vekiriye, giraniya xwe didomîne. Ji roja ku ev peyman hatiye îmzekirin û heta niha gelê Kurd tu carî dev ji berxwedan û têkoşînê bernedaye. 

Vê çanda berxwedanê bi awayên cihê hatibin tefandin jî ji gel, jin û ciwanên gelê Kurd re mîrateyeke girîng hiştiye û hemû tecrubeyên xwe daye PKK’ê. PKK bi pêşengiya Rêber Apo 50 sal in li hemberî qirkirin, înkar û îmhayê şe dike. Encamên wê li holê ne. Ne bi tenê netewe-dewleta Tirk pergala navneteweyî jî nikare vê şerê li dijî gelê Kurd veşêre û di rêvebirina wê de ditengije. Vê peymana piştî şerê cîhanê yê yekemîn hate îmzekirin û mêtingeriya dewleta Tirk di serî de ji dagirkeriya Ereb û Farisan re qilifekî hiqûqî ava dike, bi şerê cîhanê yê sêyemîn re dihele. Divê mirov nebêje ku ev tişt jixweber pêk tê. Helandina di nav pergala dinyayê de çawa ku têkoşîna jinan, gelan û ciwanan pêk tîne, têkoşîna gelê Kurd a di şexsê PKK’ê de jî her çar mîxên çarmîxa gelê Kurd radike. 

Em her roj dibînin ku avakirina siyaseta qirkirina li ser  Kurdistanê ji aliyê pergala navneteweyî tê parastin û xwedî statuyeke taybet e. Vê qirkirina ku bi pêşengiya netewe-dewleta Tirk tê birêvebirin diyar dike ku vê şerî pêncî salî yê li dijî mêtingeriya dewleta Tirk tê kirin ji aliyê pergala navneteweyî ve tê parastin. DYE û YE di serî de hêzên pergala kapîtalîst heke rojekê jî hêza xwe qut bikin û wê Tirkiye nikaribe li ser pêyan bimîne. Em dibînin ku têkoşîna me ya azadiyê ne pirsgirêka Tirk-Kurdan e û ji vêya zêdetir êrişa pergala mêtingeriya kapîtalîst e ya li dijî jiyana azad û demokratîk a gelan e. Rêber Apo ev heqîqet derxistiye holê têkoşîna me ya azadî û hebûnê li dijî komplo û lîstikan aniye asta ku tevdîr û amadekariya wê hebe. 

Dema ku Kurdistan bû çar parçe û her parçeyek kete bin desthilatdariya netewe-dewlet a cihê û bi vê re bîra demokratîk a neteweyî ya gelê Kurd jî parçe bûye. Wekî malbateke ku endamên wê ji hev dûr dikevin, bîra civakî ya gelê Kurd jî derbe xwar. PKK mudaxeleyî vê pêvajoya biyanîbûn û dûrketina ji cewhera xwe kir û pêvajoya tunebûnê berevajî kir. Piştî peymana Lozanê a di 24’ê Tîrmeha 1923’an de gelê kurd li Kurdistanê hin serhildan dabû destpêkirin  û nerazîbûna xwe nîşan dabû. Di cewherê van berxwedanan de hesta welatparêziyê çiqasî hebe jî bûye berxwedana herêmî ya parastin û domandina statuyê. Bendewariya ji pergala navneteweyî jî hebû. Li gorî wan ê hêza hegemonîk a serdemê Îngîltere ji bo hebûna Kurdan qadek vekira. Di van meseleyan de fikra tevgera me ya azadiyê gelekî zelal e. Ya yekemîn PKK’ê rastiya parçebûna Kurdistanê red kir û sînorên netewe-dewletên serwer meşrû nedît. Gelê Kurd wekî gelekî qebûl kir û geşedana demokratîk a neteweyî jî li ser vê xetê meşand û bû paratiya neteweya demokratîk a PKK’ê. Xala duyemîn jî ev bû ku xwe spart hêza xwe.  Dema mirov ji netewe-dewletên mêinger û qirker li benda çareseriyan be, ev jî diyar dike ku têgeha dijmin baş nehatiye fêmkirin. Li Kurdistanê hin h^z hene ku dixwazin wisa bijîn û sûdê ji vî tiştî bistînin. Di navê van hêzan de çiqasî têgehên Kurd û Kurdistanê hebe jî ji mêtingerî, qirkerî û înkar û îmhayê nebûne zemîn.  Tevgera me ya azadiyê ji kêlîka ku dest bi têkoşînê kiriye, çareserî di xwe de û di nav gel de dîtiye. Wê pergala navneteweyî red kiriye, xwe ji şaristaniya nêzî dewlet û desthilatdariyê veqetandiye û bûye hêza sereke ya şaristaniya demokratîk. 

Vê peymana Lozanê ya ku di nav gelê Kurd de tu hukmê wê tune, êdî di warê pratîk de jî nikare bidome. Ji bo vê jî dixwazin komploya navneteweyî nû bikin. Em baş nizanin ku feraseta ku mêtingeriya qirker afirandine nêrîna wan a li gelê Kurd û têkoşîna wê guheriye yan na. Lê ez dixwazim balê bikşînim ser vî tiştî ku ji gotinên wan zêdetir kirinên wan girîngtir e. Di rewşa pratîk de em dibînin ku wan piştgiriyê didin her cure êrişa netewe-dewleta Tirk. Gelek caran li çiyayan çekên kîmyewî bi kar anîne, bi çeteyan êrişî her deran dikin, pêşiya êrişên dagirker vedikin û li kolanan li ciwanan dixin. Lê êdî tu kes nikare înkar bike gelek 43 sal in her cure berdêlê dide û têkoşîna xwe ji agir diafirîne. Em bi saya şerê gel a şoreşgerî hatin vê derê. Heke wê hebûna gelê Kurd were qebûlkirin wê ev tişt bi naskirina xwerêveberiya pêk were.

Li Tirkiyeyê faşîzma AKP û MHP’ê hay ji van geşedanan heye. Ango dizanin ku bi pêşengiya PKK’ê gelê Kurd geşedana demokratîk temam dike, ev tişt ber bi encamê ve diçe û qirkirina li ser gelê Kurd tê parçekirin. Ji bo ku pirsgirêka nasname û azadiyê ya gelê Kurd çareser nebe, ketine nav şerekî mezin. Lê êdî hatine dawiya rê. Tirkiye yan wê xwe biguherîne û li ser bingeha demokratîk xwe ji nû ve ava bike û yan jî parçe bibe. A niha ji ber rola wê pergala navneteweyî piştgiriyeke mezin da wê. Lê a niha ne rastiya ku ew dixwaze li Efganistanê bibe hêza parastinê û ne jî tawîzên din nikare Tirkiyeyê li ser pêyan bide sekinandin. Wê geşedana li Kurdistanê diyarker be û dinya li gorî van geşedana helwesta xwe bidomîne. “

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Helîn Umît diyar kir ku faşîzma AKP û MHP’ê êrişên di sala 2015’an de kiriye êrişên dagirkerî û îmhayê û got “Ev êriş di 24’ê Tîrmehê de pêk hat û ev ne tesaduf e. Peyama vî tiştî zelal e ku dixwazin bibêjin hebûna gelê Kurd wê wekî nasnameyeke civakî neyê qebûlkirin.  Darbeya 24’ê Tîrmeha 2015’an de a ku li ser tevgera me ya azadiyê yek ji êrişa herî berfireh e, peymana li Lozanê ji xwe re kir referans û li gorî vê hate kirin. Ez dixwazim diyar bikim ku armanca van êrişan gavên çareseriya li ser bingeha xweseriya demokratîk a gelê kurd hate astengkirin. Beriya van êrişan ji bo demokratîzekirina Komara Tirkiyeyê feraseta jiyana hevpar û xaka hevpar bandoreke xurt kiribû. Wê şoreşa demokratîk a gelan li Tirkiyeyê pêk bihata. Heke Tirkiye û Kurdistaneke wisa pêk bihata, wê ev tişt bibûya hêvî û modela gelên Rojhilata Navîn jî û wê li hemberî êrişên pergala kapîtalîst jî xurt bibûya. Li hemberî van tiştan li ser bingeha hêzên paşverû êrişên 24’ê Tîrmeha 2015’an pêk hat. 

Êrişên dewlet û desthilatdariyê çawa ku sîstematîk be berxwedan û têkoşîn jî di kesayet û helwesta Rêber Apo de sîstematîk e. Rêber Apo ev êrişên dagirker ên di çarçoveya plana 2015’an de dîtiye û amadekariyên xwe ji zû ve kiriye. Rêbertiya me navnîşana aştî û çareseriya civakî ye. Dinya alem û nûnerên desthilatdarî û mêtingeryiya Tirk dizane ku Rêber Apo şerê gel kes bi kes, mal bi mal rêxistin kiriye, gelê Kurd wekî gelekî şervan ava kiriye. 

Rêber Apo di nav pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê de beriya êrişên tasfiyekar, gel, rêheval û doptên xwe amade kiriye û bersivek ava kir. Têkoşîn û berxwedana wî ya li hemberî faşîzma AKP û MHP’ê cesaret daye hêzên azadî û demokrasiyê. Divê em ji bîr nekin ku hemû êriş li dijî stratejiya ‘çareseriyê’ ya Rêber Apo ye. Em dizanin beriya her tiştî di vê stratejiyê de têkoşîneke piralî heye. Heke gel û tevgera me bêyî stratejî rastî van êrişên berfireh bihata wê xisarên gelekî mezin bistenda.  Lê Rêber Apo şertên dinya, herêm, welat, rewşa gel û ya hêzên têkoşînê amade kiriye û tevdîrên pêwist pênase kiriye. Ji ber vê jî hê di serî pêvajoyê de encama wê diyar kiriye û gotiye ‘Wê Azadî Bi Ser Bikeve.’

Tevgera me ya azadiyê tevgera Rêbertî ye. Tevger û gelê ku wî ava kiriye, ji hev ne dûr in. Hinek kesan xwestine Rêber Apo ji tevgerê, tevgerê ji gel û gel jî ji Rêber Apo veqetînin. Lê wekî duh îro jî dî vî warî de bi ser neketine. Ji ber vê jî neçar mane gelê Kurd hemû bikin hedef. Em qala rejîmeke faşîst a bêçare dikin. Kurdistan dîsa ji faşîzmê re dibe goristan. Tevgera me ji bo pêkanîna stratejiya Rêber Apo têdikoşin. 

A niha dewleta Tirk a di bin rêveberiya AKP û MHP’ê ketiye nav hilweşandineke mezin. Plana çokdanînê ya li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê, dewleta Tirk ber bi îflasê ve dibe. Dewleta Tirk a di bin rêveberiya AKP û MHP’ê de bûye desthilatdariya herî sûcdar û meşrûiyeta xwe winda kirine. Têkçûna AKP û MHP’ê tê wateya serkeftina gelên Tirkiyeyê.”

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Helîn Umît diyar kir ku hêza bingehîn a ku tevgera siyasî ya Kurdan ava kiriye serhildanên gel in ên ku bi têkoşîna azadiyê re rabûne ser pêyan û got “Gelê Kurd bi serhildana re hay ji hebûna xwe çêbû û gihişt biryardariya têkoşînê. Rastiya gelê Kurd polîtîze bû, bû xwedî îrade û xwe rêxistin kir. Wekî ava ku li agir tê kirine her êrişa ku xwestiye tevgera siyasî ya Kurdan vemirine, avê agir geş kiriye. Şehadet û geşedanên piştî pêşengê welatparêz Wedat Aydin wisa ye. Merasîma cenaze bûye serhildan, 16 welatparêzên din şehîd bûye. Vî tiştî nîşanî hemû kesan daye ku tevgera siyasî ya Kurdan wê li hemberî qetlîaman têk neçe û heke hewce bike wê berdêlên mezin bie û di xwerêveberiyê de israr bike. 

HDP û hêzên demokrasiyê ji pêvajoyeke krîtîk derbas dibin. Heke karibin biryarên rast bidin wê di dîroka Tirkiyeyê de belkî tişta yekemîn pêk were, wê li Tirkiyeyê komara demokratîk têkeve rojê, tifaqa Kurd û Tirkan a di avakirina komarê de rolekî diyarker lîstibû, deriyê demokrasiya Rojhilata Navîn veke. Li Tirkiyeyê dewlet rûxiyaye, meşrûiyeta xwe winda kieiye. Ji ber vê jî divê HDP xwe ne wekî partiya kilît lê wekî partiya rêveberiya demokratîk ava bike, amadekariyên xwe li gorî vî tiştî bike û bi vê îddîayê re xwerêxistinkirinê bidomîne.  HDP bi navê partiya civaka demokratîk divê bi îddîaya Tirkiyeyê bi rê ve bibe, têkoşîna xwe bidomîne. 

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Helîn Umît derbarê pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ ya ku di 12’ê Îlona 2020’an de hatibû ragihandin jî diyar kir ku li BakurêKurdistanê qadên girîng ên berxwedanê derketiye holê. Umît got “Dibe ku aliyên wê yên qels were nîqaşkirin. Xeta çalakiyan a ku berxwedana gerîla û zindanan pêşengtiya wê dike, ciwan di serî de bandor li ser civakê kiriye. Ciwanên Kurd li hemberî mêtingeriya faşîst a AKP û MHP’ê gelekî hêrs e. Bala xwe bidinê Erdogan herî zêde ciwanên Kurd kiriye. Ciwanên welatparêz xistine girtîgehê û heqaretên mezin li cenazeyê ciwanên şervan hatiye kirin. Ji bo ku ciwanên Kurd bi problemên xwe eleqedar nebe û têkeve nav tiryakê û tu dahatûya wan tunebe kirinên taybet xistiye meriyetê. Li Kurdistanê ji bo ku tevgera ciwanên welatparêz geş nebe, ciwanên Kurdan dikin hevkarên vî sûcî, Amed û Êlih di serî de li gelek navendan ev tişt tê kiriye. Ev tê wateya qirkirina ciwanan. Li hemberî vî tiştî tevgerên me yên ciwanan pêngav dan destpêkirin. Divê were zanîn ku ev êriş bi destê dewlet, polîs, sîxurên dewletê tê kirin û divê li hemberî wê têkoşîneke geş were kirin. Divê kesên ketine nav vî sûcî jî werin rizgarkirin û mirov karibe wan bike ciwanên ku dikarin bi zelalî bifikirin. 

Piştî serfiraziya Garê bi milyonan ciwanên Kurd daketin qadên Newrozê. Êrişên li ser Rêber Apo hebû, ciwanên Kurdistanê diyar kir ku ew fedaiyên Rêber Apo ne û daket qadan. Peywira herî girîng a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kurdistanê ev e ku van ciwanên tevlî Newroza 2021’an bûne, rêxistin bike. Dema ku faşîzm li her derê êrişî gel dike, wê hêza sereke ya parastina civakê ciwan be. Çawa ku li Heftanîn, Zap, Avaşîn, Metîna û Xakurkê ciwanên Kurd şer dikin, divê li bajar û kolanan jî li her qada ku hatiye dagirkirin jî têbikoşe û şer bike. Tarz, metod û alavên têkoşînê dibe ku cihê be, lê ya girîng têkoşîn e. Divê mêtingerî ji Kurdistanê were derxistin. 

Li hemberî plana çokdanînê ya 2014’an tevgera jinan jî têkoşîna xwe bênavber domandiye.  Faşîzma AKP û MHP’ê bi polîtîkaya xwe ya êrişkar li ser gelek aliyan bandor çêkiriye lê tevgera jinên Kurd di pêvajoyên herî sekinokî de bûye sembola girêdayîna bi Rêber Apo û li hemberî polîtîkayên zilmê wê bi paş ve gavan neavêje. Tevgera jinên kurd rola herî girîng a geşkirina berxwedana civakî de bi saya xeta îdeolojîk dike. Tevgera Jinan diyar dike ku wê ji bo çi şer were kirine. Di vî warî de diyarkirina pîvanên azadî û jiyanê, avakirina xet û gotina wê ya polîtîk, stendina biryarên rast ên rojane divê were pratîzekirin. Bi vî tiştî re divê tevgera jinên azad wekî berê îro jî pêşengiyê ji serhildanên gel re bike.”