Helîkopterên Tirk herêma Bradost bombe kirin, şewat derket

Helîkopterên artêşa Tirk bombe li gundewarên herêma Bradost barand û ziyaneke mezin gihişte zeviyên gundiyan û şewat derket. Her wiha welatiyên sivîl ragihandin ku her kêlî bi mirinê re rû bi rû ne.

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li herêma Bradost a Başûrê Kurdistanê dewam dike. Di encama bomberdûmana helîkopterên artêşa Tirk a dagirker a li Herêma Bradost a Başûrê Kurdistanê ziyaneke mezin gihişte gund, bax û zeviyên welatiyên sivîl. Ji ber bomberdûmanê şewat li herêmê derketiye.

Deverên ku agir pê ketine, bax û baxçeyên welatiyên sivîl ên ku debara jiyana xwe ya rojan e li ser diborîne ye. Agirê ku bi zeviyan ketiye hê jî nehatiye vemirandin.

Welatiyên gundên herêma Lêlîkanê gotin: “Jiyana rojane pir bi aloz û nexweş bûye. Êdî em nikarin biçin zeviyên xwe û karê xwe yê rojane bikin. Her kêlî bi mirinê re rû bi rû ne."