Helîkopterên Tirk bombe li gundên Bradostê barandin

Şevê din helîkopterên artêşa Tirk a dagirker bombe li gundewarên herêma Bradostê ya li parêzgeha Hewlêr a Başûrê Kurdistanê barandin.

Li gorî agahiyên ji heremê hatine bidestxistin, şevê din helîkopterên artêşa Tirk a dagirker bombe li gundên Lêlikan û Çiyadêl ên herêma Bradsotê ya parêzgeha Hewlêr a Başûrê Kurdistanê barandin. Di bombebaranê de zirareke mezin gihişte bax û baxçeyên gundiyan.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku artêşa Tirk a dagirker bê navber cih û warê sivîlan ên herêma Başûrê Kurdistanê bombebaran û topbaran dike. Sala derbasbûyî ji ber bombebarana artêşa Tirk a dagirker welatiyên gundê Lêlikan, Xelîfan, Bresenan, Alekan, Gureşan û Buzunê yên herêma Bradostê hefteyekê koçber bûbûn.