Helîkopterên Tirk bejahiya bajarokê Çilaxa yê Rojava bombe kirin
Helîkopterên artêşa Tirk bejahiya bajarokê Çilaxa yê Rojava bombe kir.
Helîkopterên artêşa Tirk bejahiya bajarokê Çilaxa yê Rojava bombe kir.
Li gor çavkaniyên YPG’ê, helîkopterên artêşa Tirk bejahiya gundê Tahunê yê girêdayî Til Elo ya li başûrê bajarokê Çilaxayê bombe kirin.
Heman çavkaniyan destnîşan kirin ku îro danê nîvro jî leşkerên Tirk hewl dane bikevin Tirbespiyê, lê bi bersivdayina şervanên YPG/YPJ’ê ev hatiye astengkirin. Hat diyarkirin ku piştî şerê demkurt, artêşa Tirk vekişiyaye.